HDP’ê li dijî guhertina zagona înfazê şerh danî: Dê xizmeta aştiya civakê neke

img
ENQERE - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî guhertina zagona înfazê ku di Komîsyona  Edaletê ya Meclîsê re derbas bû, şerh danî. HDP'ê di şerhê de diyar kir ku ev yek dê bêtir rê li pêşiya girtinan veke, rê li pêş zewaca zarokan veke û xizmeta aştiya civakî nake. 
 
Îqtîdara AKP û MHP'ê bi hevre qanûna înfazê ya ji 70 xalan pêk tê û cudakariyê dixe nava girtiyan anîn rojevê û tevî hemû bertek û nerazîbûnan, dîsa di Komîsyona Edaletê re derbas kirin. Zagona Înfazê ya “Teklîfa qanûnê ya der barê Guhertina di hin Qanûnan de û Qanûna der barê înfaza tedbîrên Ewlehî û Ceza de " piştî anîn rojeva komîsyona Edaletê ya Meclîsê, Komîsyonê erê kir û derbas kir. Bi vê guhertinê armanc dike ku 90 hezar girtiyên ji sûcên edlî serbest bêne berdan. Lê girtiyên saysî jî dê neyên berdan. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), şerh danî pêşiya guhertina zagona înfazê ku ji 70 xalan pêk tê û di Komisyona Edaletê ya Meclîsê re derdbas bû. 
 
HDP'ê di şerhê de anî ziman ku ev zagon li dijî pîvan û rêgezên hiqûqa gerdûnî û pîvanên demokratik in. HDP'ê şerh  danî ser xala Zagona Têkşîna li dijî Terorê (TMK) anî ziman ku girtîgeh bi kesên ji ber fikr û nerînên xwe hatine girtin tijî ye. HDPê da zanîn ku îqtîdar bi vê yekê civakê mijîl dike û ev yek ji rêgeza wekheviyê û aştiya civakî re xizmetê nake. HDP'ê di şerhê de diyar kir ku ev yek dê bêtir rê li pêşiya girtinan veke, rê li pêş zewaca zarokan veke û xizmeta aştiya civakî nake.