HDP: Girtiyan di testê re derbas bikin

img
ÊLIH - Rêxistina HDP'ê ya Êlihê, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê li şûna 380 girtiyan, 650 girtî dimînin û xwest hemû girtî û malbatên wan di testa vîrûsê re bên derbaskirin. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê, têkildarî serhildana girtiyên Girtîgeha Tîpa M a Êlihê ya li dijî zagona înfazê daxuyanî dan. Rêxistina HDP'ê ya Êlihê, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê li şûna 380 girtiyan, 650 girtî dimînin û xwest hemû girtî û malbatên wan di testa vîrûsê re bên derbaskirin. HDP'ê ra zanîn ku ev zagona înfazê li dijî pîvan û rêgeza wekheviyê ye tenduristiya girtiyan dixe talûkeyê. HDP'ê da zanîn ku wan xwestiye ji bo sedem û encama çalakiya li girtîgehê lêkolîn bikin heyetek serbixwe biçe girtîgehê û girtîgehê dane. HDP'ê, destnişan kir ku nûnerên ÎHD, OHD û Rêxistinên Civakî xwestine biçin li girtîgehê raporê amade bikin. Lê ev yek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Êlihê ve hatiye redkirin. HDP'ê da zanîn ku dîsa Navenda Giştî ya HDP'ê jî bi heman daxwazê serî li Wezareta Dadê daye, lê dîsa ev daxwaz hatiye redkirin. HDP'ê da zanîn ku malbat bi rojan hatin rewastandin û malbat û gritî ji mafê tenduristiyê bê par hatin hiştin. HDP'ê xwest hemû girtî û malbat ti desta kontrola vîrûsa Covît-19 re bêne derbaskirin.