HDP, li Stenbolê seferber bû

img
STENBOL - HDP, li Stenbolê ji bo pêdiviyên gel peyda bike li navçeyên bajêr komîsyon ava kirin. Hevserokên bajêr û rêxistinên navçeyan anîn ziman ku ji bo pêdiviyên gel seferber bûne. 
 
Li Tirkiyeyê ji ber vîrûsa coronayê (Covîd-19) her diçe hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibin. Piştî ku dewlet ji bo vê pêvajoyê tevdîrine baş negirtine, vê carê rêxistinên civaka sivîl û partiyên sivîl hin kampanya dane destpêkirin û di çaçroveya van kampanyayan de xwe digihînin gel û pêdiviyên wan peyda dikin. Di vê çarçoveyaê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bi navê "Kampanyaya Xwişk û Bira" de kampanyayek da destpêkirin. Rêxistinên partiyê yên li Stenbolê di çaçroveya vê kampanyayê de ewilî bi deh hezaran lepik û maske belav kirin. 
 
Hevserokê Bajêr Erdal Avci, anî ziman ku li hemû navçeyan maseyên krîzê û girêdayî van maseyan jî komîsyon ava kirine. Her wiha Avci, destnîşan kir ku ew ê li he rnavçeyê jî xetên telefonê çêbikin û bi van xetan xwe bigihînin welatiyan. 
 
WÊ DI HER WARÎ DE ALÎKARIYA GEL BIKIN
 
Avci, destnîşan kir ku tevdîrên ku îqtidar girtine pir kêm in û got: "Me rêveberiya krîzê diyar kir û ev rêveberî ji rêveberên me yên bajêr pêk tên. Wê rêveberiya me ya krîzê ji bo pêkanîna daxwazên di warê tenduristî, aborî û yên din de hin nîqaşan bike û wê piştî van nîqaşan tev bigere. Niha em her roj li hev kom dibên, rojê dinirxînin û plansaziya roja din din. Rêveberiya krîzê, wê karibe der barê xebatên HDP'ê yên li Stenbolê biryaran bigire, pêk bîne, îdare bike û sewq bike. Îqtidar, alîkariya ku dike piranî jê ji bo alîgirên xwe dike. Îjar ji be rku piraniya xizanan nikarin xwe biparêzin û tevdîrên xwe bigirin, wê rêveberiya me ya krîzê pêdiviyên wan pêk bîne. Heger karibin dakevin kuçeyê wê dakevin. Em ê di van şert û mercên awarte de gelê xwe pê pêşeng û bê rêxistin nehêlin." 
 
Avci, diyar kir ku wê rêxistinên wan ên partî û navçeyan tim vekirîbin û ew ê pirsgirêk û pêdiviyên gel ragihînin rêxistinên partiya xwe. Avci, diyar kir ku bi taybetî jî divê welatiyên di ser 65 salan re dernekevin derve û çi pêdiviyên wan hebin bira xw ebigihînin wan ew ê pêk bînin û got, heger qedexeya derketina derve çêbibe û di warê aborî de krîzek rû bide ew ê di warê zexîreyî de jî xebatina bikin. 
 
Her wiha Avci, anî ziman ku tevî Navenda Koordînasyona Krîzê ya bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) hatiye avakirin jî tev digerin û got, tevî maseyên krîzê yên Şaredariay Bajarê Mezin a Stenbolê û şaredariyên navçeya jî bi hevpariyî tev digerin û dixebitin. 
 
BÛLÛT: PÊŞÎ ME JI XWE DA DESTPÊKIRIN 
 
Hevseroka HDP'a Stenbolê Elîf Bûlût jî anî zziman ku di têkoşîna li dijî şewba coronayê de pêşî ji xwe dest pê kirine û got: "Pêşî me avahiyên navçeyê baş deznefkete kirin. Me amûrên paqijiyê yên rêxistinên navçeyê peyda kirin. Me kir ku hevrêyên me û li malên xwe û bi xwe tevdîrên wiha bigirin. Paşê me bi torên piştevaniyê ewilî rewşê pêwîst tespît kirin û ji bo em piştgiriyê bikin me telefonî mirovên partiya xw ekirin. Koordînasyonên krîzê yên li navçeyan tevî rêxistinên civaka sivîl bi awayekî koordîneyî dixebitin. Em hê jî li navçeyan maske û lepikan belav dikin. Me tevî rêvebirên bajêr û navçeyan ên ne di grûba xetereyê de ji nû ve awayî xebatê diyar kir. Ji bo kesên nexweş û kesên rewşa wan lezgîn em hewl didin komên tenduristiyê ava bikin. her wiha li ser medyaya civakiyî em hewl didin hin xebatan bikin. Qenala me ya YouTube'yê êdî çalak e." 
 
XEBATÊN KAMPANYAYA XWIŞK Û BIRA DEST PÊ KIRIN 
 
Her wiha Bûlût ji bo Kampanyaya Xwişk û Bira jî diyar kir ku li Stenbolê xebatên ji bo vê kampanyayê bênavber didomin û got: "Berî vê kampanyayaê ji xwe me ji bo malbatên rewşa wan nebaş hin xebat dabûn detpêkirin. Me pirsgsirêkên van malbatan bi torên ku ava kiribûn hel dikir. Gelek kes telefonî me dikin û dibêjin 'ka em karin çi bikin.' Niha em ê li navçeyan vê yekê bi Kampanyaya Xwişk û Bira bi awayekî sîstematîk bikin." 
 
TORÊN PIŞTEVANIYÊ YÊN JINAN 
 
Bûlût, bal kişand ser zêdebûna şideta li ser jinê ya di nav malê de û diyar kir ku ji bo vê li rêxistinên navçeyan torên piştevaniyê yên jinan ava kirine. Bûlût, got: "Ev mijar di rojeva rêxistina me de ye. Her wiha tevî saziyên jinan jî xebatên me yên hevpar hene. Didamldemayîn ji bo jinan dibe sedema prigirêkên giran. Ji ber vê em tevî saziyên jinan vê mijarê dixin rojevê." 
 
MA / Erdogan Alayûmat