Ertûgrûl Kurkçu: Divê ku têkoşîna li dijî vîrûsê bibe sedema pêla piştevaniyê

img
STENBOL – Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu, diyar kir ku AKP hewl dide vîrûsê bike çeka karê û berterafkirina muxalîfan û wiha got: “Divê em jî hewl bidin ku hewldanên piştvaniyê yên li dijî vîrûsê wergerînin derfeteke înşakirina civakeke nû.”
 
Bi vîrûsa koronayê ku hemû Cîhanê daye ber xwe re pergala kapîtalîst hatiye ber rewşa lêpirsînkirinê. Ji aliyê gelek kesan ve tê nirxandin ku bi vîrûsê re kapîtalîzmê derbeke mezin xwariye û divê ev ji bo pergaleke nû bê bikaranîn. Niqaşên têkildarî vê yekê gur dibin û Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu jî têkildarî mijarê nêrînên xwe bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re parve kir.
 
SEDEMA BELAVBÛNA VÎRÛSÊ
 
Kurkçu, diyar kir ku sedema belavbûna bi lez û berfireh a vîrûsê, xerakirina kapîtalîzmê ya hevsengiya “xweza-mirov” e û wiha got: “Ji bo tenduristî û ewlehiya raya giştî ku ji aliyê civakê ve radestî dewletê hatiye kirin, ji aliyê dewletê ve tiştekî ber bi çav nehatiye kirin. Li dijî vîrûsê civak bixwe xwe diparêze. Bergiriyê li Koşka Çankayayê tenê ji bo sermayedaran e.”
 
‘NÊRÎNÊN MIROVAN BIGUHERIN’
 
Kurkçu, destnîşan kir ku gel tiştên ji aliyê dewletê ve tên kirin dizane û ev tişt got: “Bi milyonan mirovên ku ji ber vîrûsê bi xîzanî û xofa xwe re rû bi rû ma ne, piştî vîrûsê dê nêrînên wan ên têkildarî dinyayê teqez biguherin. Piştî vê vîrûsê em ê bi civakeke din re rû bi rû bimînin. Dewlet berdevkan jî nikaribû bide gel. Piştî bertekan biryar dan ku PTT berdevkan belav bikin. Lê ji ber ku PTT têk çûye ev ne pêkane pêk bê. Divê gel di nav xwe de berdevkan hilberîne û pergala xwe ya parastinê ava bike. Piştî ku ev bê kirin dê têkiliya mirovan a bi jiyanê re biguhere û baweriya wan a ji wan zêde bişbe.”
 
ÎNŞAKIRINA CIVAKEKE NÛ
 
Di berdewama axaftina xwe de Kurkçu, da zanîn ku ji bo telafîkirina pirsgirêk û xîzaniya kut ê jiyîn, divê tiştên di destê mirovan de li hev bên parvekirin û hewl bê dayîn ku li dijî civaka kapîtalîst civakeke nû bê avakirin û wiha pêde çû: “Şaredariyên ne di destê AKP’ê de ji bo vê yekê stratejîk in. Ji berk u pergal jî div ê ferqê de ye per û baskên wan dişikîne. Lê di dawiyê de wê gelê ku dewlet wî naparêze bersiv bide qrîzê. Rêxistinên ku niha ji bo qrîzê tên avakirin, dikarin piştî qrîzê jî ji bo civakeke alternatif bên xurtkirin. Çawa ku ew hewl didin nvîrûsê biçûk bikin û reş nîşan bidin, divê em jî hewl bidin ku hewldanên piştvaniyê yên li dijî vîrûsê wergerînin derfeteke înşakirina civakeke nû.”
 
VÎRÛS BÛYE ÇEKA KARÊ Û BERTAFKIRIN MUXALÎFAN
 
Di dawiya axaftina xwe de Kurkçu, têkildarî girtîgehan jî axivî û derbarê mijarê de ev tişt anîn ziman: “Em bi planeke zalîmane ku hewl tê dayîn vîrûs bibe çeka karê û berterafkirina muxalîfan re rû bi rû ne. Dixwazim ku civak tiştên li girtîgehan pêk tên bişopîne, ji bo xeyalên ku piştî qrîzê ji bo wê bên kirin ders derxe. Dema mirov li girtîgehên Tirkiyeyê dinêre, dibîne ku dinyayeke naziyan ku bi hiqûqa dijminane hatiye pênasekirin xuya dibe. Divê ku ev rewş me hê bêtir vexwîne têkoşînê.”
 
MA / Ferhat Çelîk