Paylan: Welatî wê di meha gulanê de keviran bixwin gelo?

img
ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan alîkariya hezar lîreyî ya dewlet li xelkê belav dike bir rojeva Meclîsê û wiha pirs kir: “Heke ku ev hezar lire ji bo mehekê be, wê welatî di meha gulanê de keviran bixwin gelo?” 
 
 Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan alîkariya madî ya hezar lîreyî ku di çarçoveya Pakêtê Îstîkrara Ekonomiyê de hat kirin bir rojeva Meclîsê. Paylan bi armanca ku Wezîrê Xazîne û Darayî Berat Albayrak vê mijarê bibersivîne pêşniyazpirs pêşkêşî wî kir. Paylan di pêşniyazpirsê de daxuyaniyên Wezîr Albayrak ên derbarê vê pakêta alîkariyê de bi bîr xist.
 
Paylan van pirsan ji Wezîr Albayrak kir:     
 
“* Heke alîkariya 2,1 milyon lire ‘tenê ji bo carekê be’ wê ev welatî di meha gulanê de keviran bixwin gelo?   
 
* Alîkariya hezar lîreyî ku di meha nîsanê de li 2,1 milyon malbatê hatiye belavkirin, wê di meha gulanê de jî vê alîkariyê bidin wan gelo?   
 
* Hûnê alîkariya hezar lîreyî di meha gulanê de bigihînin 4,4 milyon malbatê gelo?  
 
* Li welatê me sînorê birçûbûnê 2 hezar û 500 lîre ye, alîkariya hezar lîreyî wê ji derde welatiyên me re çawa bibe çareserî? 
 
* Hûn çima her meh birêkûpêk alîkariyê nadin malbatên me pêdiviya wan bi alîkariyê hene?”