‘Niha dem dema mezinkirina piştevaniyê ye’

img

WAN - Hevserokê HDP’ê yê Wanê Okkeş Kava, diyar kir ku ew ji bo welatiyên pêdiviyên hene seferber bûne û got: “Feraseta komîn her tim di çanda me de heye. Em dixwazin îro vê feraseta xwe ya komîn mezin bikin. Em dixwazin ku hemû kes beşdarî vê kampanyayê bibin. Niha dem dema mezinkirina piştevaniyê ye.”

Şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) stendina canê mirovan dewam dike. Desthildarî bergiriyan kêm digire û tenê hişyariya “Di malê de bimînin” dike. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî vîrûsa koronayê dest bi “Kampanya Malbatî ya Xwişk û Biratiyê” kir. Rêxistina HDP’ê ya Wanê di çarçoveya kampanyaya pêştevaniyê de, alîkarî gihand gelek malbatên pêdiviyên wan heyîn. Hevserokê HDP’ê yê Wanê Okkeş Kava, diyar kir ku ew kesên dixwazin alîkariyê bidin, bi malbatên pêdiviyên wan heyîn re tînin gel hev û wiha axivî: “Divê em vê pêvajoya zor û zehmet, bi ruhê komînan derbas bikin.”
 
Kava, da zanîn ku ji roja vîrûs derket holê, heya niha xebatên xwe dewam dikin û wiha axivî: “Me bi hezaran lepik û rûpoş li gel belav kirin. Me maseya krîzê li dijî şewbê ava kir û em hewl didin ji pêdiviyên gel re bibin bersiv.”
 
‘GOTIN Û KIRÎNÊN WAN NE WEK HEVIN’
 
Kava, da zanîn ku şewb li herê derê belav bûye û wiha bilêv kir: “Di vê dema vîrûsê de desthilatdarî kêm dimîne. Desthilatdarî niha jî gavên kêm davêje. Gelek kêmasî hene. Gotin û kirînên wan ne weke hevin. Di rojên derbas bûyî de, me xwest em gund bi gund, tax bi tax, navçe bi navçe û bajar bi bajar bigerin û anonsa li malê bimînin bikin. Lê destûr ji bo me nehat dayîn. Dîsa destûr nadin ku heval û wekîlên me bikevin nava gel û gel hişyar bikin. Em tu carî van astengiyan qebûl nakin û emê ji bo gelê xwe bixebitin. Rewşa heyî ji karesatê xirabtire û şewb li hemû cîhanê belav bûye. Divê em baldar tevbigerin. Em baş dizanîn bajarê me xizane. Mirov ger rojekê ne xebitin, wê nekarin zad bibin malê xwe. Ji ber vê di pêvajoyek wiha de ya herî girîng piştevaniye.”
 
‘DIVÊ EM FERASETA KOMÎN MEZIN BIKIN’
 
Kava, bal kişand ser feraseta komîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Feraseta komîn her tim di çanda me de heye. Em dixwazin îro vê feraseta xwe ya komîn mezin bikin. Em dixwazin ku hemû kes beşdarî vê kampanyayê bibin. Niha dem dema mezinkirina piştevaniyê ye.”
 
MA / Cemîl Ugur