10 xalên zagona înfazê hatin qebûlkirin

img
ENQERE - 10 xalên ewil ên zagona înfazê ku 2 rojin li meclîsê têne hiqaşkirin hatin qebûlkirin. Di hevdîtin û niqaşan de hemû pêşniyarnameyên guhertinê yên muxalefetê ji aliyê îxtîdarê ve hatin redkirin. 
 
Li Meclîsa Tirkiyeyê 2 rojin li ser 70 xalên zagona  înfazê niqaş tên kirin. Di niqaşên 2 rojan de 10 xalên ewil hatin qebûlkirin. Beşa yekem ku xalên di navbera 1-30'an de dihewîne dest pê kir û 10 xal hatin qebûlkirin. 10 xal li gel îtîraz û pêşniyarnameyên guhertinê yên muxalefetê dîsa wekî xwe derbas bûn. Îxtîdarê hemû pêşniyarnameyên guhertinê yên partiyên muxalif red kir û xalên zagonê bêyî guhertin derbas kir.