Ji Wezîrê Dadê pirsa ‘gelo wê tecrit dewam bike?’ pirsî

img

AMED - Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, bi bîr xist ku daxwaza hevdîtinê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hevalên wî re hatiye redkirin û pirsa “Tecrîd wê dewam bike?” ji Wezîrê Dadê pirs kir.

 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Ûca, redkirina daxwazên hevdîtinê yên malbat û parêzeran û piştî şewbê, bi tu awayî agahî ji Girtîgeha Îmraliyê negirtin, bi rojeva Meclîsê. Ûca, di pêşniyarpirsa da de wiha got: “Mafê hemû girtî û hikûmxaran heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bikin. Li Tirkiyeyê, di çarçoveya hevpeymana navneteweyî de ev hatiye qebûlkirin. Lê Abdullah Ocalan û hevalên wî yên li Girtîgeha Îmraliyê dibin tecrîdek giran de tên girtin, ji dema ku şewba vîrûsa korona belav bû û vir ve tu agahî ji wan nayin girtin. Hemû serlêdanên parêzesr û malbatên wan tên redkirin. Ji ber vîrûsê, derbarê rewşa tenduristiya Ocalan de, fikarên cîdî di raya giştî de rû dane. Ji bo ku ev fikar bên derbaskirin em banga hevdîtinek lezgîn dikin.”
 
GELO WÊ LI ÎMRALIYÊ TECRÎD DEWAM BIKE?’
 
Ûca, ji bo ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bi bersivîne ev pirs kirin:
 
* Di Girtîgeha Îmraliyê de, li dijî vîrûsa koronayê gelo bergirî hatine girtin? Girtîgehe bi awayekê têr hatiye dezenfktan kirin?
 
* Gelo ji bo karmendên girtîgehê bergirî hatine girtin?
 
* Ligel nexweşiyên Abdullah Ocalan ên kronîk û riska tenduristiyê, gelo wê tecrîd dewam bike?
 
* Ji ber fikarên şewba vîrûsa koronayê, gelo wê destûr ji bo hevdîtina malbat û parêzerên Abdullah Ocalan bê dayîn?
 
* Gelo çima mafê girtiyên li Îmraliyê tên astengkirin?
 
* Tecrîda li dijî Birêz Ocalan, gelo çiqas hiqûqiye?
 
* Weke di biryarên şîretkirina rapora CPT’ê de cih girtin, gelo ji bo bi karanîna mafê agahî girtin û hevdîtinê yê Birêz Ocalan wê gavên pêwîst bên avêtin?”