Karabat ê CHP’î: Îzolasyona mehekî di du saetan de hat tunekirin

img
 
STENBOL – Parlamenterê CHP’ê Ozgur Karabat diyar kir ku pêvajoya îzolasyonê ya nêzî mehekê ye tê sepandin bi ragihandina qedexeya derketina derve re di du saetan de hat tunekirin. 
 
Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Ozgur Karabat piştî biryara ragihandina qedexeya derketina derve ya li bajarên mezin ku xelk herikî ber firin û marketan û bû sedema însan dîsa wek berê werin gel hev nirxand. 
 
‘PÊVAJOYA ÎZOLASYONÊ TUNE BÛ’ 
 
Karabat biryara ji nişkeve ya qedexeyê rexne kir û got rêbaza qedexeyê ya ku agahî nedane tu kesî xeletiye. Karabat anî ziman ku duh êvarê civak bi bêkoordînasyonekiyê re hevrû maye û got: “Ji duh êvarê ve dibêjin çima însan derketin kolanan. Lê divê ya ku were darizandin ev be, çawa bû ku însanên vî welatî di nava 20 salan de hêdî hêdî hatin vê astê.” Ozgur Karabat da zanîn ku wan duh êvarê carek din dîtiye têgeha dewleta sosyal nîne û got: “Heke duh êvarê bi awayek xurt dewlet li pişt welatiyan hebûya û ji berê ve ev plansazî bihata kirin wê ewqas însan derneketina kuçe û kolanan. Ji ber vê yekê pêvajoya îzolasyonê ya ev nêzî mehekê ye tê sepandin, bi ragihandina qedexeyê re di nava du saetan de hat tunekirin. Lê mixabin tu amadekarî nehatine kirin. Qedexeyê jî veguherandin fersendekê ji xwe re. Lê tişta ku bê kirin ev, divê em piştevaniya hev birêxistin bikin.”