‘Nêzîkatiya cenazeyan hiqûqa dijminatiyê ye’

img

AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz têkildarî cenazeyê Egîd Îpek ê ku bi riya PTT’ê ji malbata wî re hatî şandin diyar kir ku nêzîkatiya dewletê ya li dijî cenaze û goristanan ji berê heta îro hiqûqa dijminatiyê ye û got: “Şandina cenaze ya bi PTT’ê polîtîkaya dewletê ya li dijî gelê Kurd nîşan dide." 

Di dîroka Tirkiye de êrîşên li dijî goristana, îşkenceya cenazeyan, qedexeya şîna gelek zêde ne. Di 10’ê Tebaxa 2015’an de li navçeya Gimgim a Mûşê cenazeyê Kader Kevser Elturk (Ekîn Wan) a HPG’yî tazî kirin û teşhîr kirin. Di 3’yî Cotmeha 2015’an de li Taxa Dîcle ya Şirnexê polîsan Haci Lokman Birlîk kuşt û cenazeyê wî bi erebeya zirxî ve girêdan û li erdê kaş kirin. Di 19’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê cenazeyê Taybet Înan a 57 salî 7 rojan li kolanê ma. Cenazeyê Cemîle Çagirga ya di qedexeyên derketina kolanan de hat kuştin nehiştin verêrin û malbatê di sarincê de hişt. Di 19'ê Kanûna 2019'an de li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê ji Goristana Xerzanê 267 cenazeyên PKK'yiyan hatibûn derxistin û goristana bêkesan a Kilyosa Stenbolê veşartin. Herî dawî cenazeyê Egîd Îpek ê HPG’yî ku di operasyona eskerî ya 23’yê Gulana 2017’an de li Girê Xelasor a Dersîmê jiyana xwe ji dest dabû bi riya PTT’ê ji malbata wî re şandin. Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û Parlementera Amedê Salîha Aydenîz derbarê cenazeyê Egîd Îpek ê HPG’yî ku ji malbata wî re bi riya PTT’ê hatî şandin axivî. 
 
‘TIRKIYÊ LI SER NETEWPERESTIYÊ XWE DIDE JIYANDIN’
 
Aydenîz, diyar kir ku nêzîkatiya dewletê ya li dijî cenaze û goristanan ji berê heta îro hiqûqa dijminatiyê ye û wiha got: “Kevneşopiya dewleta Tirkiyê ya sed salan a li dijî kurdan qet nehat guhertin. Tirkiye li ser yekperestiyê, netewperestiya tirk û nijadperestiyê xwe didin jiyandin.” Aydenîz, bibîrxist ku têkoşîna gelê kurd ya çil salan, bi bedelên giranbûha bûye têkoşîneke civakî û wiha axivî: “Gelê kurd ji 7 salî heta 70’ê salî li dor têkoşîna civakî kombû û jiya. Li dijî vê rastiyê kevneşopiya dewletê ya sed salan çareserî wek dijmin di êrîşkirina nirx, cenaze û goristanan de dît. Dixwazin bi rêbazên li dijî hiqûq, wijdan û ehlakê gelê kurd ji nirxên xwe yên xwedî derdikevin veqetînin. Ji ber vê yekê nabêjin zaroke, jine, pîre, miriye, goristanê û bi hovane êrîş dikin. Di her şert û mercî de hiqûqa dijminatiyê pêk tînin.”
 
‘DIJMINATIYA LI DIJÎ GELÊ KURD QET NEHAT GUHERTIN’
 
Aydenîz, destnîşan kir ku di sed salên ku dewleta Tirkiyê hatî avakirin de gelek hikumet hatin guhertin lê dijminatiya li dijî gelê kurd û polîtîkayên tekperest nehatin guhertin û wiha berdewam kir: “Dijminatiya li dijî gelê kurd xwe bi tune hesibandinê, şewitandinê, hilweşandinê, pişaftinê û bi koçberiya bi zorê xwe da jiyîn. Bi taybetî îtîfaka AKP’ê û MHP’ê ya faşîst di berê de were hiqûqa dijmintiyê di asta herî jor û bi rêbazên cûr bi cûr sepînin. Ji ber vê yekê gotina Parlementerê AKP’ê ya derbarê şandina cenazeyî ya kargoyê “li gor usulê guncav e” polîtîkaya dewletê ya li dijî gelê kurd dide nîşandan.”
 
‘BÊ WIJDANIYA KU GELE KURD LÊ RAST HATÎ NEMAYE’
 
Aydenîz, anî ziman ku bêrûmetî,neheqî û bêwijdaniya ku gelê kurd lê rast hatî nemaye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi tu şert û mercan gelê kurd dev ji doza xwe ya mafdar berneda. Gelê kurd ‘perçeyekî hestî’ , ‘perçeyekî goşt’ be jî dê li nirxên xwe xwedî derkeve.”
 
MA / Ayşe Surme - Fahrettîn Kiliç