Di sererastkirina înfazê de 55 xal hatin qebûlkirin û 3 xal jî hatin guhertin

img

ENQERE – Hevdîtinên beşa duyemîn ê sererastkirina înfazê temam bûn û 55 xal hatin qebûlkirin. Di hevdîtinan de bi guhertinekê biryara berdewamkirina kontrola edlî ya salekê hat dayîn û bi vê yekê re dê herkesê ku cezayê girtîgehê bigire nekeve girtîgehê.

 
Li Lîjneya Giştî ya Meclisê, beşa duyemîn a hevdîtinên sererastkirina înfazê temam bû. Di hevdîtinan de ji bilî xalên 32, 46 û 48’an xalên din hemû bê guhertin hatin qebûlkirin û bûn qanûn. Hemû pêşniyarên guhertinên ên HDP, CHP û İYİ Partiyê yên ji bo her xalê bi dengen AKP-MHP’ê hatin redkirin.
 
XALA ROJNAMEYAN GUHERÎ
 
Guhertinên ku di 3 xalan de pêk hatin, bi îttîrazkirina muxalefetê û bi pêşniyarên guhertinê yên AKP’ê çêbûn. Di hevdîtinan de bi guhertineke ku di xala 32’an de pêk hat re rojnameyên ku ji Saziya Îlanê ya Çapameniyê (BÎK) îlan negirin jî dê karibin bikevin girtîgehan.
 
‘KESÊN KU KEZABÊ DAVÊJIN’ DÊ SÛD WERNEGIRIN
 
Di xala 48’an de di Qanûna Cezayê de ji 3’an 2’yê înfazê dadixisti nîvî. Lê bi guhertinê hikmên îstîsnayî lê zêde bûn. Li gorî vê yekê; di sûcên mîna “Avêtina kezabê ya serçav” ên cenawirî de ceza nekeve nivî û ji 3’an 2 bê daxistin. Bi vê yekê dê Ozan Çeltîk ê ku kezabê avêtibû serçavê Berfîn Ozek ji sererastkirinê sûd wernegire. Bi heman guhertinê dê sûcên zarokan ên hişbirê, sûcên di çarçoveya rêxistinê de, di sûcên terorê de û sûcên ku li dijî MÎT’ê pêk hatine de jî ceza ji 3’an 2 bê daxistin.
 
BIRYARA BERDEWAMA KONTROLA EDLÎ YA MAKTÛ HAT DAYÎN
 
Di xala 46’an de jî guhertin çêbû. Di pergala înfazê ya niha de heke berdana bi şertê kontrola edlî ya salekê be kesekî ku 18 mehan ceza xwaribe nakeve girtîgehê. Lê bi sererastkirinê dihat xwestin ku herkes ji bo demekê bikeve girtîgehê. Bi guhertinê re xal mîna berê ma û dîsa vegeriya şertên pêkanîna kontrola edlî.
 
MA / Dîren Yûrtsever