Soylu duh îstîfa kir îro dewam kir

img
ENQERE - Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ku duh îstîfa kir, piştî Serokomar Tayyip Erdogan îstîfaya wî red kir, daxwaza xwe îro paşve kişand û got: “Înşallah emê di xizmeta milletê xwe de berdewam bikin." 
 
Wezîrê Karên Hundir Suleylan Soylu duh daxuyanî da û îstîfaya xwe îlan kir. Lê piştî 2 saet şûnde Serokomar Tayyip Erdogan diyar kir ku îstîfayê qebûl nakin. Piştî redkirina îstîfayê Wezîrê Karên Hundir Soylu îro daxuyani da û got: "Me têkildarî berpirsiyariya qedexeya derketina kolanan biryar dabû. Lê helwesta Serokomar û millmetê me ez xistime nava şermê. Di van gavên ku di emanetiya dewlet û millet de tên avêtin de herdu vînan kêmasiya min wekî rewşek mirovî qebûl kiriye. Xwedê me nexe xermê. Înşallah em ê di xizmeta gelê xwe de rêya xwe berdewam bikin." 
 
Soylu, piştî paşve gav avêt û istîfa paşve kişand, daxuyaniya xwe ya li ser medya civakî rakir.