Ji bo sûcdarên zayendî efû anîn

img

ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya ya Stenbolê Zuleyha Gulum, diyar kir ku bi qanûna înfazê ya bi dengê AKP-MHP'ê hat qebûlkirin, dê sucdarên zayendî bêne efûkirin û got: "Bi vê zagonê ji bo sûcdarên zayendî efû anîn. Ev zagon efûya kesên li dijî jinê sûc kirine, birîndar kirine kuştine, şantaj kirine û gef xwarne û pornografiya zarokan weşandine dixe nava xwe." 

 
Pêşnûme qanûna înfaza ceza ya ji 70 xalên ku girtiyên siyasî naxe  nava xwe û rê li pêş berdana 90 hezar girtiyên edlî vedike ya ku mûxalefetê navê "efûya taybet" lê kir li meclisê hat qebûlkirin. Xala zagonê ya herî zêde hat niqaşkirin "efûya veşari" ya ku sucdarên zayendî dixe nava xwe bû. Ev xal jî bi dengê AKP û MHP'ê hat qebulkirin. Têkildarî zagona ku di meclîsê re deras û Parlamentera HDP'ê ya ya Stenbolê Zuleyha Gulum, niraxandin kir. Gulum, diyar kir ku bi qanûna înfazê ya bi dengê AKP-MHP'ê hat qebûlkirin, dê sucdarên zayendî bêne efûkirin û got: "Bi vê zagonê ji bo sûcdarên zayendî efû anîn. Ev zagon efûya kesên li dijî jinê sûc kirine, birîndar kirine kuştine, şantaj kirine û gef xwarne û pornografiya zarokan weşandine dixe nava xwe. Bi vê yekê ji xeynî sûcdarên siyasî dê hemû sucdaren zayendî û cînsî bên efûkirin." 
 
YÊN JIN BIRÎNDAR KIRIBIN DÊ BÊNE EFÛKIRIN
 
Gulum, da zanîn ku bi vê guhertinê dê gelek sûcên li dijî zarok û jinan bê efûkirin û wiha lê zêde kir: "Bi vê yekê kesên jin birîn kiribin, gef li wan xwaribin, şantaj kiribin, tundiya derûnî li ser wan beşandibe, bi rêya medya civakî taciz kirbe dê bêne efûkrin. Lê mêrê ji ber van sûcan hatibe girtin dîsa gefa "Ez ji girtîgehê derkevim ez ê te bikujim. Min karê di nêvî de hiştiye ezê temam bikim" li jinê dixwe. Ji ber vê yekê sucê birîndarkirin û gefê di heman demê de sûcê kuştinê ye."
 
KESÊN FÎLMÊN PORNOGRAFIYA ZAROKAN DIDE NÎŞANDAN DÊ BÊN EFÛKIRIN
 
Gulum, bal kişand ser xala têkildarî zarokan jî û wiha bi dawî kir. "Bi vê zagonê kesên li dijî zarokan sûc kiribin jî dê bê efûkirin. Kesên li cihekî fîlmên pornografiya zarokan didin temaşekirin dê bên efûkirin. Divê ev kes neyên efûkirin. Dîsa dê tundiya li hundirê malê zêde bibe. Ji xwe jin her roj li malê rastû tundiyê tên. Herî zêde jin û zarok li hundire malê rastî tundiyê tên. Dema ku ev sûcdar bêne berdan dê tundiya li hundirê malê li dijî jin û zarokan zêde bibe."
 
DIVÊ PIŞTEVANÎ BÊ XURTKIRIN
 
Gulum, anî ziman ku dê têkoşîna li dijî tuniya li ser jinê berdewam bikin û wiha bi dawî kir: "Me got 'Li dijî daraza mêr 'edaleta mêr' û em bi hevre têkoşiyan. Ya ku heta nha tundî û sûcên li dijî jinê derxist holê, têkoşîna jinê bi xwe bû. Ji niha û şûnde jî em ê li dijî vê tundî û sûcê li ser jinan bêtir têbikşoin û piştevaniyê bêtir xurt bikin. Divê teqez em tora piştevaniyê xurt bikin." 
 
MA / Zemo Aggoz