HDP'ê ji Meclîsê xwest ku enfal wekî komkujiya li dijî kurdan bê qebûlkirin

img

WAN  - Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Murat Sarısaç, diyar kir ku di serdema Saddam Huseyin de Rejîma Baasê li diji Kurdan komkujî pêk anîye û di vê komkujiya Enfalê de 182 hezar Kurd hatine qetilkirin. Sarisaç ji Meclîsa Tirkiyeyê xwest ku Komkujiya Enfalê wekî komkujiya li dijî Kurdan pênase bikin û qebûl bikin. 

 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Murat Sarısaç, diyar kir ku li Iraqê dema Saddam Huseyin li ser îqtîdarê bû ji aliyê Rejîma Baas a Iraqê ve li Herêma Kurdistana Iraqê li dijî Kurdan komkujî pêk hat û di vê komkujiyê de 182 hezar Kurd hatin qetilkirin. Sarisaç ji meclîsê xwest ku vê Komkujiya Enfalê ya li dijî Kurdan wekî "Komkujiya Kurdan" qebûl bikin. Sarisaç pêşniyar qanûn da meclîsê û ji meclîsê xwest ku wekî qanûn enfalê wekî Komkujiya Kurdan pênase bikin. 
 
Sarisaç bal kişand ser komkujiyên li ser kurdan û wiha got: "Di komkujiya Enfalê de Kurd bi saxî hatin definkirin. Bi çekên kîmyewî hatin kuştin. Bi komî hatin înfazkirin. Gundên wan hatin şewitandin û valakirin. Di encama komkujiyê de 182 hezar Kurd hatin qetilkirin. 4 hezar û 500 gund hatin şewitandin û valakirin. Zêdeyî 1 milyon mirov kocber û penaber bûn. Li Herêma Kurdistanê ya Iraqê bi hezaran mizgeft, dibistan, nexweşxane, dêr û avahiyên civakî hatin rûxandin. Tevgera Enfalê di 16'ê Adara 1988'an de bi êrîşa kîmyewî ya li dijî Helepçe derketiye asta herî jor. Di dîrokê ke Komkujiya Helepçe zêdeyî 5 hezar Kurdên sivîl hatin qetilkirin. Zêdeyî 10 hezar mirov birîndar bûn. Ji ber êrîşêk kîmyewî li helepçeyê heta niha 43 hezar û 753 kes mirin. 61 hezar û 200 kes jî seqet man." 
 
Sarisaç, da zanîn ku komkujiya Enfalê li gorî pênaseya komkujiyê ya Peymana Ceza û Pêşîlêgirtina Komkujiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Statuya Roma ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ye û got: "Ji ber vê yekê Divê komkujiya Enfalê jî wekî Komkujiya Kurdan bê qebûlkirin."