HDP’ê Çarşema Sor pîroz kir

img
ENQERE – Komîsyona Bawerî û Gelan a HDP’ê Cejna Çarsema Sor a êzidiyan bi peyamekê pîroz kir.
 
Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya ji Komîsyona Bawerî û Gelan Berpirsyar Tulay, bi peyamekê Cejna Çarsema Sor a gelê êzidî pîroz kir. Hatîmogûllari, di peyama xwe de qala çîrok û wateya cejnê kir û wiha got: “Di bîra civaka êzidî de meha nîsanê weke bûka hemû mehan tê hesibandin. Çarşema Sor, miziginiya bihar û jiyanake nû ye û weke serkeftina hezkirin, xweşî û başiyê tê pîrozkirin.”
 
MIZGÎNA BIHARÊ
 
Di berdewama peyama de xwe Hatîmogûllari, destnîşan kir ku partiya wan miziginiya bihar û jiyanake nû Çarşema Sor pîroz dike û ev tişt anî ziman: “Em daxwaz dikin ku vîrûsa koronayê ku hemû Cîhan li dijî wê têdikoşe bi tednuristiyê bi dawî bibe û bibe wesîlaya azadiya jin û zarokên êzîdî yên di destê DAIŞ’ê de û têkçûna selefiyên dijminê mirovahiyê.” Hatîmogûllari, dawiya peyama xwe de xwest ku gelê êzidî li dijî fermanên ku li ser wî tê ferzkirin rawest e û ev tişt got: “Hevî dikin ku di serî de gelê êzidî hemû gel di nav azadî, wekhevî û aştiyê de bijîn. Bi van hestan em cejna gelê qedîm êzidî pîroz dikin.”