Şenoglu ji Wezîr Soylu pirsî: Gel wê te efû bike?

img

STENBOL - Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglu, ji Wezîrê Karên Hundir Suleylan Soylu yê piştî biryara qedexeya derketina kolanan îsdîham pêk hat û biryara îstîfayê da lê piştre Erdogan ew efû kir, pirsa "Erdogan tu Efû kir an nekir em nizanin? Baş e lê gel wê te efû bike?" pirsî. 

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 10'ê Nîsanê roja înê de saet di 22'an de biryar da ku dê di 24'ê Şevê de ji bo 2 rojên dawiya hefteyê li 30 bajaran qedexeya derketina kolanan îlan bike. Li ser vê yekê bi milyonan gel daket kolanan û berê xwe dan firin û marketan. Piştî dîmenên derketin holê û bertekên zêde Soylu daxuyanî da û îstîfaya xwe îlan kir. Lê piştî çend saetan Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan îstîfaya Soylu red kir. Li ser vê yekê Soylu îstîfaya xwe pavşe kişand. Soylu piştre daxuyanî da ku helwesta Serokomar ez xistime şermê û dê karê xwe berdewam bike. Têkildarî mijarê Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglu nirxandin kir. 
 
Şenoglu, anî ziman ku piştî Wezîr qedexeya derketina kolanna ragihand bi milyonan mirov derket kolanan û wiha got: "Vê yekê rîska ku bi deh hezaran mirov bi şewbê bikeve pêş xist. Ji ber saeta biryarê gel bertekên pir zêde nîxanî wezîr da. Dema Soylu biryar da diyar kir ku bi fermana Serokomar Erdogan  ev biryar stendine, lê piştî biryara îstîfayê da diyar kir ku wî bi tena serê xwe ev biryar daye û ketiye kêmasiyekê. Soylu diyar kir ku ji ber ketiye vê kêmasiyê îstîfa xwe îlan dike. Lê piştî biryarê Erdogan îstîfa Soylu red kir. Piştre Erdogan û Soylu pesnên hevdan û hev xweşik kirin. Ev bê berpirsiyariya Wezîr dibe ku bibe sedema hezaran mirovan. Kî dê hesabê vê yekê bide gelo? Ger ku dê Serokomar hesabê vê yekê nede û ger ku Wezîrê Karên Hundur Soylu hesabê vê biryarê nede dê kî hesabê vê biryarê bide?" 
 
Hevberdevkê HDK'ê Şenoglu, ani ziman ku Soylu tenduristiya bi milyonan kesan tiştek ne hasibandiye û wiha lê zêde kir: "Erdogan ji vê bêberpirsiyariyê de dibêje "Şaşiya mirovahiyê ye" Em ji AKP û Soylu dipirsin; Guhertina zagona înfazê kider wê li gorî mirovahiyê ye? Ger ku tu jiyan mirovan û tenduristiya wan têxe rîskê kîder wê mirovahî ye? Di vê pêvajoya ku şewb bi lez belav dibe de tu qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê dike. Kîder wê mirovî ye? Milet ketiye derdê canê xwe, îhaleya Kanal Îstanbul çawa dibe mirovî? " 
 
Şenoglu, anî ziman ku di nava AKP'ê de perçebûnek heye û piştî îstîfaya Soylu û geşedanên wê vê yekê nîşan didin û wiha got: "Ev geşedan nîşan dide ku di Pergala Hikûmeta Serokomariyê de qeyran heye. Roj bi roj qeyran kûrtir dibe. Em vê helwesta Soylu ya îstîfayê dikarin wekî xelaskirina Erdogan pênase bikin. Sekna Soylu ya di nava hikûmetê de wekî ya Mehmet Agar e. Ger ku kevirek bê kişandin dê dîwar hilweşe. Ger ku Soylu jî îstîfa kiribûya dî dîwarê AKP'ê hilweşiya ya.  Ji ber vê yekê ev pergala îstîfayê ji bo Erdogan xelas bike hat plankirin."
 
 
Şenoglu, anî ziman ku Soylu di nava AKP'ê de xwedî mîsyonek mezin e û “Soylu faktorekî polîtîk ê pir bi hêrs e. Niqaşên ku di demên pêş de têkeve şûna Erdogan tê kirin. Ji ber vê yekê di navbera Soylu û Berat Albayrak re rageşiyek heye. Sedema vê rageşiyê rola Soylu ya di nava AKP'ê de ye. Ger ku Soylu îstîfa kiribe dê di nava AKP'ê de zincîrek hilweşiya. Dibe ji ber vê yekê jî îstîfaya wî red kiribin." 
 
'GELO GEL DÊ EFÛ BIKE?' 
 
Şenoglu, bal kişand ser îfadeya Soylu ya “Bila Birêz Serokomar min bibexşîne' û got: “Erdogan dê te efû bike ya na em nizanin. Baş e gelo gel wê te efû bike ya na? Gel çawa ku Mehmet Agar, Tansu Çiler, Kenan Evren, Ahmet Davutoglu efû nekir Soylu jî Efû nake. 
 
MA / Nacî Kaya