Piştî ku grev li karkeran were qedexekirin dê Meclîs bikeve betlanê

img
ENQERE – Piştî ku hevdîtinên li ser teklîfa qanûna dê grevê li karkeran qedexe bike, karkeran mehkûmî hezar û 170 lîreyî dike û rê li ber destûra bê pere vedike bi dawî bibe dê xebatên Meclîsê heta cejna Remezanê bikeve betlanê.
 
AKP teklîfa guhertina yasaya kar û aboriyê ku ji 14 xalan pêk tê amade kir. Ji ber vîrûsa koronayê anî rojevê û dê li Desteya Giştî ya Meclîsê hevdîtin li ser van xalan were kirin. Xebatên Desteya Giştî ya têkildarî vê guhertinê saet di 16:00’an de dest pê bike. Vê guhertina teklîfa qanûnê dê grevê li karkeran qedexe bike, karkeran mehkûmî hezar û 170 lîreyî dike û rê li ber destûra bê pere vedike. Piştî li Meclîsê hevdîtina vê guhertinê bi dawî bibe dê xebatên Meclîsê heta cejna Remezanê bikeve betlanê.