200 hezar kes li girtîgehan mehkûmê mirinê kirin

img
ENQERE – Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê diyar kir ku bi sererastkirina înfazê ku bûye qanûn 200 hezar girtî terkî mirinê hatine kirin û ev daxuyanî da: “Ev qanûn fermana darvekirinê ya ne yê ji xwe ye û wesîqeya şermê ye.”
 
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê ji Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar e Umît Dede, têkildarî sererastkirina înfazê k udi rojnameya fermî de hat weşandin û bû qanûn de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Dede, diyar kir ku bi derxistina sererastkirina înfazê 200 girtî terkî mirinê hatine kirin û dijminahiya li hemberî kurdan û derdorên muxalîf careke din hatiye nîşandan.”
 
WESÎQEYA ŞERMÊ YE
 
Dede, destnîşan kir ku AKP-MHP bi qanûneke fêl endamên çeteyan, alîgirên xwe, hemû kesên ku li dijî civakê her sûcî kirine ji girtîgehan derdixin û rojnamegerên ku rexne dikin, siyasetmedar, hevşaredar, parlamenteran terkî mirinê dikin û wiha got: “Qanûn li dijî qedexeya cihêkarî û şertê wekheviyê ye. Ev qanûn fermana darvekirinê ya ne yê ji xwe ye, wesîqeya şermê ye û êrîşa li dijî destkeftiyên hevpar ên mirovahiyê ye.”
 
II DIJÎ MIRINÊ JIYANDIN
 
Di berdewama daxuyaniya xwe de Dede, ev tişt anî ziman: “Ev qanûn bi dengê AKP-MHP’ê li meclise hatibe qebûlkirin jî têkoşîna me hê bi dawî nebûe. Em ê bi partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û rêxistinên pîşesazî re bi awayekî hevpar mafê jiyanê yê girtiyan li her platformê bi awayekî demokratîk biparêzin. Em ê li dijî şer aşitiyê, li dijî mirinê jiyanê û li dijî tecrîdê jî azadiyê biparêzin.”