Xebatên Lîjneya Stratejîk a HDP’ê dest pê kirin

img

ENQERE - Lîjneya Stratejîk a HDP’ê ku xeta polîtîk a dema nû ya HDP’ê diyar bike, dest bi xebatên xwe kir. Wê lîjne, metna xwe ya destpêkê roja yekşemê amade bike û pêşkêşî Lîjneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê bike.

 
Lîjneya Stratejîk ku HDP’ê di kongreya xwe ya dawîn de plan kiribû, hat avakirin. Lîjneya jim Hevserokê Berê yê HDP’ê Sezaî Temellî, civaknas Azad Bariş, berdevkê HDP’ê yê dema beriya niha Gunay Kubîlay û Halîde Turkoglû û Ayfer Demîrel pêk tê û civîna xwe ya yekemîn di 13’e nîsanê de li dar xist. Lîjneya ku xeta polîtîk a dema nû ya partiyê diyar bike, wê her hefte li hev bicive û pêşniyarên xwe amade bike. Wê lîjne polîtîkayên HDP’ê yên dema kurt, navîn û dirêj diyar bike.
 
METNA DESTPÊKÊ YA STRATEJÎK
 
Lîjne wê di heman demê de peywira “navenda bîrê” bibîne, metna xwe ya destpêkê amade kir û wê roja yekşemê pêşkêşî civîna Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê bike. Lîjne bi berfirehbûnê re dê li ser têgehên “Neteweya Demokratîk, Demokrasiya Radîkal, Komara Demokratîk” raweste û nîqaşên çînî û civakê bimeşîne. Xetên polîtîk ku diyar bike û pêşkêşî MYK, Meclisa Partiyê (PM) û mekanîzmayên biryarê yên partiyê bike. Sekreterya ku hatiye avakirin wê di heman demê de lîjneyê berfireh bike û xebatên pêşketinê bimeşîne.
 
XEBATÊN MECLISA ŞÊWİŞRMENDIYÊ
 
Her wiha wê lîjne, avakirina Meclisa Şêwirmendiyê ava bike. Meclisa Şêwirmendiyê, wê ji nivîskar, akademîsyen, hunermend û ronakbirên ku demokrasiya radîkal dihebînin û bixwazin di înşakirina “Komara Demokratîk” de cih bigirin bê avakirin. Wê meclis ji 3 mehan carekê li hev bicive û polîtîkayên HDP’ê nîqaş bike.
 
MA / Berîvan Altan