‘Yasaya hejariyê’ li Meclîsê hat pejirandin

img
ENQERE – Teklîfa qanûnê ya ku dê rojane 39,24 TL bide karkeran û ku muxalefet wek “yasaya hejariyê” dinirxîne li Meclîsê hat pejirandin.
 
“Daxwaza Guhertina Qanûna Têkildarî Kêmkirina Bandora Vîrûsa Korona ya li ser Jiyana Aborî û Civakî" li Desteya Giştî y Meclîsê hat pejirandin û bû qanûn. Muxalefet li dijî vê yasayê derket û wek “yasaya hejariyê” dinirxîne. Yasayê rê li ber destûra bêheq a sê mehî ya karkeran vekir. Ji bo karkerên derxin destûra bêheq wê rojane 39,24 TL, mehane jî hezar û 177 TL destek were dayîn. Derxistina ji kar jî 3 meh tê qedexekirin. Lê bele karsaz yanî xwediyê kar wê bi hênceta “karkerên guh nadin rêgezên kar” dê dikaribe wan ji kar derxe.
 
Pejirandina vê yasayê gelek guhertinan jî bi xwe re anî.