Cengîz Aktar: Pêdiviya YE'yê bi pergaleke hevpar a tenduristiyê heye

img
STENBOL - Hîndekarê Zanîngeha Atînayê Dr. Cengîz Çandar, anî ziman ku li welatên Ewropayê kû bûne navenda vîrûsa coronayê pergala tenduristiyê hilweşiyaye û got, pêdiviya Yekîtiya Ewropayê bi pergaleke tenduristiyê ya hevpar heye. 
 
Vîrûsa coronayê (Covîd-19) ku pêşî li Çînê derket holê û paşê li seranserê cîhanê belav bû, niha navenda wê bûye welatên Ewropayê. Hîndekarê Zanîngeha Atînayê Dr. Cengîz Aktar, anî ziman ku li welatên Ewropayê kû bûne navenda vîrûsa coronayê pergala tenduristiyê hilweşiyaye û got, pêdiviya Yekîtiya Ewropayê bi pergaleke tenduristiyê ya hevpar heye. 
 
PERGALA TENDURISTIYÊ HILWEŞIYA 
 
Aktar, anî ziman ku pandemiyê herî zêde bandor li Îtalya û Spanyayê kiriye lê belê her du welat jî dereng hay ji cidiyata wê çêbûne. Aktar, destnîşan kir ku tevî van her du welatan li Fransayê jî pergala tenduristiyê rûxiyaye û got: "Kesî nizanibû wê wisa bibe. Ev, welatên herî zengîn ên cîhanê ne. Lê mixabin derket holê ku pergala wan nikare ji derheqê vê yekê derkeve. Pir xisirîn, yanî hem di warê mirovan d ehem jî di warê aborî de. Ne diyar wê kengî ji vê rewşa awarte xelas bibin. Almanya xwe ji vê rewşê xelas dike. Lê çendî ku li van her sê welatan hejmara miriyan kêm bibe jî lê niha wisa xuyaye wê nikaribin zû bi zû xwe ji vê rewşa awarte xelas bikin." 
 
Aktar, destnîşan kir ku polîtîkayeke tenduristiya hevpar a YE'yê tuneye û got, polîtîkayeke wan a hevpar  çandinî û pereyan heye, lê belê ya tenduristiyê tuneye. Lê belê piştî vê şewbê pêdiviya wan bi polîtîkayeke hevpar a tenduristiyê çêbûye û got, tenê ne Ewropa divê li seranserê cîhanê pergaleke bi vî rengî hebe. 
 
Aktar, bal kişand ser qelsiya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî û got, hin xalên diviya li dijî pandemiyê pêk bianiyana neaniye. 
 
NE MIMKUN E KU YEKÎTÎ BELAV BIBE 
 
Aktar, Bankeya Navendî ya YE'yê jî di nav de gelek saziyên yekîtiyê ketina nav hewldana û got: "Biryar girtin ku piştgiriyê bidin aboriyên zehmetiyê dikişînin. Yanî ewropayê got, di warê aborî de çi ji destê wê bê wê bike." 
 
Her wiha Aktar bal kişand ser nîqaşên di navbera welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) de jî û got, çendî ku bikevin qirika hev jî lê yekbûyîna wan a aborî pir mezin e. Aktar, anî ziman ku ne mimkun e ku her welat berê xwe bide nav malê û sînor ji nû ve bên çêkirin û got, Almanya jî di anv de wê hemû welat di warê aborî de tesîrê ji vê yekê bigirin. 
 
MA / Tolga Guney