Beko yê CHP’î: Ji ber şewbê 5 mîlyon û nîv kesî karê xwe winda kirin

img

ENQERE – Parlamenterê CHP’ê Kanî Beko, diyar kir ku di pêvajo şewbê de 5 mîlyon û nîv kesî karê xwe winda kirin û got: “Nêzî 10 mîlyon kes bêkarin û hikumet mirovan ber bi xizantiyê ve dibe.”

Parlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Kanî Beko, derbarê pêşnûmeya rojê 39.24 TL’an bidin karkeran û pêşiya destûra bêmûçe vedike de nirxandin kirin. Beko, diyar kir ku berevajî qanûna di Meclîsê de hat qebûlkirin, divê ji derveyî qadên pêwîst, ji bo hemû karkeran destûra bimûçe bê dayîn.
 
Beko, da zan li gorî lêkolînên di rojên dawî hatin kirin de, 5 mîlyon û nîv welatiyan dahatûya xwe winda kirin û wiha got: “Firoşkarên seyar û karkerên dahatûyên xwe winda kirin. Karkerên rojê ji bo kirêya malê 39 TL didin, li gel vê jî mesrefên mitfaqê dide. Dîsa ji bo ceyran, av û gaza xwezayî mesref çêdibin. Ger li gorî pêdiviyên mirovan maeşek baş neyê dayîn, wê demê emê hûnê van mirovan ber bi xizantiyê ve bibin. Niha ev rewş li Tirkiyeyê tê jiyîn. Divê dewlet dahatûya van kesên bê kar bimîne temin bike û dahatûya wan bixe bin parastinê. Niha 620 hezar kedkarên tenduristiyê li bendene bên tayînkirin. Ji bo min bi hezaran name hatin û mirov dibêjin ‘Em peywirê dixwazin. Em dixwazin bixebitin.’ Divê em guh bidin vê banga kedkarên tenduristiyê. Di pêvajoyek wiha de divê yek kedkarên tenduristiyê li derve nemin in.”
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Beko, polîtîkayên hikumetê yên li dijî vîrûsê rexne kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dijî dijmînê ku bi çav nayê dîtin, têkoşîna hevpar pir girînge. Lê di warê AKP’ê de tu tişt nehatiye guhertin. Tenê dibêje ezê rûpoşan belav bikim, ezê kampanyeyan bi rêve bibim û ezê mudaxileyî Lijneya Zanistê bikim. Her tişt ne weke ku Recep Tayyîp Erdogan dibêjiye. Ji bo ku em koronayê tune bikin, divê em bi hevre tevbigerin û têkoşînek hevpar bi rêve bibin. Ji bilî vê tu şensekê me tuneye.”