3 partiyên Kurd êrîşa li dijî Mexmûr û herêmê şermezar kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Karê Hevbeş a 3 partiyên Kurdistanê li diji êrîşên Tirkiyeyê yên li ser axa Herêma Federe ya Kurdistanê û Mexmûrê daxuyanî da û êrîş şermezar kirin. 
 
Desteya Karê Hevbeş a Partiya Şûî ya Kurdistanê, Eniya Demokratîk a Gel, Partiya Zehmtkêşanî Kurdistan daxuyaniyek hevpar dan û êrîşên li dijî herêma Federe a Kurdistanê û Mexmûrê şermezar kirin. Daxuyaniya hevpar a 3 partiyên Kurd wiha ye: “Di demek wisa de ye ku cîhan hemû li gel metirsî, kirîza aborî, siyasî û bi vîrûsa Koronayê (Covid 19) re eleqeder dibe, rejîma dagirker ya Tirkiyê, dest bi destdirêjiya dagirkrina Herêma Kurdistanê dike. her wiha bi balefiran navçeyên sinorî û Wargeha Mexmûr bombebaran dike ku welatiyan birîdar û şehîd dikin. Di heman demê de nakokiyên siyasî û şerê çapemeniyê rasterast û ne rasterast ya di navbera aliyên siyasî yên li Kurdistanê zêde dike. Bêguman eger pêşiya vê yekê neyê girtin metirsî heye ku ev jî wê bibe sedemê destwerdana zêdetir a welatên dagirker ya li ser Herêma Kurdistanê.
 
Em weke Desteya Karê Hevbeş ya sê alî ya Kurdistanê, li hemberî destdirêjiya Tirkiyê ya li ser Başûrê Kurdistanê em wisan dihizirin ku li himberî van pîlangerî û siyaseta dagirkeriya dewletê ya dagirkirina Kurdistanê, ya heyî û ya demên bê de divê em bibin xwedî sitratejiyek hevbeş ya Kurdistanê. Weke erk û berprisiyariya nîştîmanî ji bo parastina Herêma Kurdistanê, daxwazê ji hêzên Kurdistanê dikin ku bi rêya diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Di heman demê de hestiyarbûna rewşa Başûrê Kurdistanê li berçavan bigrin, ji bo derbazkirina gelê xwe ji vê rewşa metirsîdar û dijwar."