HDP: Em Komkujiya Meletiyê lanet dikin

img
ENQERE - Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê Tulay Hatîmogûllari, derbarê Komkujiya Meletiyê de daxuyanî da û got: “Em canên ku berî 42 salan hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin û carek din Komkujiya Meletiyê lanet dikin.”
 
Alîkara Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Berpirsa Komîsyona Baweriyan Tulay Hatîmogûllari, bi boneya salvegera Komkujiya Meletiyê ya di 18’ê Nîsana 1978’an pêk hat de, daxuyaniyek nivîskî weşand.
 
Hatîmogûllari, bal kişand ser bûyerên berî komkujiyê hatin jiyîn û wiha got: “Namzetê serbixe Hamît Fendoglû di hilbijartina herêmî ya 11’ê Kanûna 1977’an de bi piştgiriya hêzên rastgir yekemîn car Serokatiya Şaredariya Meletiyê qezenc kir. Di wê demê bombeyek sazkirî bi rêya kargoyê ji Fendoglû hat şandin û di encama teqînê de Fendoglû di 17’ê Nîsana 1978’an de jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de bombeyek sazkirî ji Serokê Şaredariya Navçeya Bazarcix a Mereşê yê CHP’î Memîş Ozdal re jî hatibû şandin. Lê ji ber fikaran paket paşve hatibû şandin û di karmendekê de teqiyabû û jiyana xwe ji dest da bû. Ji ber mirina Fendoglû bi hezaran mirov ji gund, navçe û bajarên derdorê hatin Meletiyê. Nêzî 20 hezar faşîstên di nava girseyê de cih girtin, hemû kargeh û malên hatibûn nîşankirin, dan ber agir û talan kirin. Ji hoparlorên Şaredariya Meletiyê bangê cîhatê hatin kirin. Hêzên ewlekariyê jî bi rojan tenê temaşeyî komkujî û êrîşna kiribûn.”
 
‘DIVÊ HELWESTA DEWLETÊ BÊ MEHKÛM KIRIN’
 
Hatîmogûllarî, da zanîn ku piştî komkujiyê beşeke zêde ya Elewiyan neçar man ku Meletiyê terk bikin û wiha pê de çû: “42 salan bi ser Komkujiya Meletiyê re derbas bû, lê hîna jî nehatiye ronî kirin. Di komkujiyê de bi dehan welatî birîndar bûn û 8 canên me jî jiyana xwe ji dest dan. Êşa vê komkujiyê hîna tazeye. Têkildarî komkujiyê ji cıvata Elewî tu carî efo ne hat xwestin. Divê rol û helwesta dewletê ya di komkujiyê de bê mehkûm kirin. Bi vî awayî em canên ku berî 42 salan hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin û carek din Komkujiya Meletiyê lanet dikin”