Gêlo Îsa: Berjewendiyên Kurdan li ser her tiştî bigirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Komîteya Navendî ya PDKS’ê Gêlo Îsa, têkildarî êrîşa hewayî ya TSK'ê ku li herêma Zînê Wartê û Mexmûrê nirxandin kir û bang li partiyên herêma başûrê Kurdistanê kir ku berjewendiyên gelê Kurd di ser nelihevkirinên partiyatî yên teng re bigirin.
 
Di 15'ê Nîsanê bi hevkariya PDK'ê balafirên TSK'ê li herêma Zînê Wartê êrîşa hewayî pêk anî û 3 endamên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Dîsa di heman rojê de TSK'ê li Mexmûrê jî êrîş pêk anî û 3 jinên Mexmûrî jyana xwe ji dest dan. Têkîldarî êrîşên li herêmê Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (PDKS) Gêlo Îsa ji Nûçegîhanên Ajansa Hawarê (ANHA) Samîr Osman û Omer Mihemed re aixivî. Gêlo Îsa bang li partiyên li başûrê Kurdistanê kir ku bi zihniyeta partiyatî ya teng tevnegerin û berjewendiyên gelê Kurd di ser her titşî re bigirin û wiha got: "Divê partiyên Kurd, siyaseta paşgukirinê û ferzkirina serweriya yek partiyê nemeşînin. Di daxuyaniyeke berê de hevserokatiya Konseya Civaka Kurdistanê (KCK) diyar kiribû ku ew bi cihbûna hêzên PDK`ê li herêma Zînî Wertê wekî amadehiya êrişa li ser Qendîlê şîrove dikin. PDK xizmeta planên dewleta Tirk dike ku hewl dide fitneyê di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û “Partiya Demokratîk a Kurdistanê” (PDK) de derxe.”
 
'EV ŞAŞIYEK MEZIN E' 
 
Gêlo Îsa, bal kişand ser êrîşa dawî û wiha axivî: “Bûyerên dawîn ji bo gelê Kurd bi taybetî piştî ku ewqas destkeftî bi dest xist û bi hezaran şehîd dane, xemgîn û bi êş bû. Em bi hêvî ne ku partiyên li herêma başûrê Kurdistanê karibin destkeftiyên gelê Kurd biparêzin û nelihevkirinên partiyatî derbas bikin. Tiştê çêbûye dûrî berjewendniyên gelê Kurd e û dikeve xizmeta ajandeyên partiyan û dewletên herêmî û yên derve. Bi taybetî di vê qonaxa hesas de ku gelê Kurd tê re derbas dibe, ew şaştiyeke mezin e."
 
Gêlo Îsa daxuyand ku zineyata partiyatî demokrasiyê pêk nayne û hişyarî da ku dibe ev yek aloziyê di nava gel de derxe û wiha lê zêde kir: “Divê gelê Kurd dûrî van siyasetan bikeve û pêşî li rûdana aloziyên bi vê rengî bikeve û li dijî gefên li ser ewlehiya Kurdistanê tedbîran bigire. Divê sekinandina li dijî dewleta Tirk erka me ya sereke be. Divê êrişa Tirkiyê ya dawî li dijî Mexmûrê û li sernaserê Kurdistanê cidî bigirin û li pêşiya êrişan bisekinin. Ji ber ku xizmeta berjewendiyên dewletên dagirkerên Kurdistanê dike."
 
Gêlo Îsa, heri dawî bagn li gelê Kurd kir û wiha got: “Em bang li hêzên Kurdî dikin ku li şûna pêkanîna çavnebariyên partiyatî, refa Kurdî bikin yek û di aliyê siyasî de hev qebûl bikin. Divê bi hev re hevkar bin, li dijî gefên li ser gel bisekinin û ji bo pêkanîna berjewedniyên xwe û parastina destkeftiyên xwe kar bikin. Kurdistan ne milkê yek partiyê yan yek civakê ye. Kurdistan a tevahî gelê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê ye. Divê em vê yekê ji bo gelê Kurd û ji bo hezarên şehîdên ku xwe feda kirine, pêk bînin"