TEV-DEM: Tirkiye êrîşî vîna gelê Mexmûrê dike

img
NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-DEM’ê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî kampa Mexmûrê şermezar kirin û diyar kir ku êriş ji ber bêdengiya hikumetên Bexda û Hewlêrê ye. TEV-DEM`ê da zanîn  ku di nava dewletên cîhanê de herî zêde Tirkiye dijminatiya îradeya gelan dike û rewşa heyî li dijî îradeya gelê Mexmûrê bi kar tîne.
 
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê êrişên TSK'ê yên li dijî Wargeha Şehîd Rûstem Cudî "(Kampa Mexmûrê) şermezar kirin. TEV-DEM`ê banga agirbestê kir û wiha got: "Tevî ku sekreterê giştî yê NY`yê ji bo rewşa cîhanê û nexasim rewşa Rojhilatê Navîn, her wiha da ku hîn zêdetir pêşî li belavbûna pandemiya (Covid-19) were girtin, ji ber vîrus ji şer xeternaktir e û berjewendiyên dewletên peywendîdar asteng kirin, ji ber ku di rastiya xwe de ev dewlet hewldana qezenckirina xewnên xwe yên berfireh dikin, banga agirbestê kir." 
 
TEV-DEM'ê anî ziman ku di nava welatê cihanê de herî zêde Tirkiye êrîşî vîna gelan dike û wiha lê zêde kir: "Di cîhanê de dewleta Tirk dewleta herî zêde şerê îradeya gelan dike, naxwaze gel vîna xwe bi dest bixe û wekî sûcdarî dibîne, li gel vê yekê dewleta Tirk li dijî gelên Kurd, Ermen, Suryan û Asûran komkujî pêk anîne. Da ku dewleta Tirk êrişên xwe rawestîne û êrişî sivîlan neke , bangên li mezintirîn rêxistinên cîhanê hate kirin, lê hikumeta Tirk a faşîst rewşa hikumeta Iraqê ku ne aram e, şantaj dike, her wiha baweriya bi Partiya Demokrat Kurdistanê keysbaz dike û bi vê yekê serweriya xwe li ser cografiyeke berfireh dike, lewma êrişî kampa Mexmûrê ya penaberên sivîl dike û di encamê de 3 jin şehîd bûbûn. Li hemberî vê yekê jî hikumetên Bexda û Hewlêrê bê deng in û hîn zêdetir derfet ji dagirkeriya Tirkiyê re vedibe." 
 
TEV-DEM'ê erîş şermezar kir û got: "Em jî wek TEV-DEM`ê êrişên hovane û topbaranan şermezar dikin û bang li hikumetên Bexda û Hewlêrê dikin ku li hemberî van êrişan, nexasim PDK`ê ku kampa Mexmûrê dorpêç kiriye, bi berpirsyariyên xwe rabin. Armanca dewleta Tirk ji dorpêçkirina kampa Mexmûrê ew e ku xizmetên mirovî, av û ba li ser sivîlan qut bike. Ew kes sivîl in, ne terorîst in, lê dewleta Tirk a dagirker van rewşan keysbaz dike û êrişî îradeya gelê Mexmûrê dike."