Çepnî: Ji bo ewlehiya Qesrê makîneyên sûc hatın berdan

img
 
ÎZMÎR – Parlamenterê HDP’ê Mûrat Çepnî, diyar kir ku sûcdarên edlî ku hatine berdan dest bi sûcan kirine û wiha got: “Desthilatê ji bo parastina ewlehiya xwe bi hinceta şewbê hêzên paramîlîter ji girtîgehan derxist.”
 
Bi sererastkirina înfazê re ji bilî girtiyên siyasî bi hezaran girtiyên edlî hatin berdan. Di bilançoya çend rojên ku berdanan dest pê kiriye de cinayet, êrîşa li hemberî Şaredariya Qersê û tundiya li dijî jinan heye. Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, têkildarî mijarê axivî û hin nirxandinan kir. Çepnî, diyar kir ku ji ber rîsqa vîrûsa koronaye li tevahiya Cîhanê ji bo girtî û girtîgehan hin sererastkirin hatin kirin û li gelek welatan girtî hatin berdan, lê desthilatê AKP’ê vê yekê kir firsend û pakêta sererastkirinê anî rojevê.
 
JI MAKÎNEYÊN SÛC RE EFÛ
 
Çepnî, da zanîn ku desthilata AKP’ê di vê pêvajoyê de li şûna ku li dijî pandemiyê têbikoşe, rast e rast li dijî gel têkoşiyaye û wiha got: “Desthilatê bi hinceta vîrûsê alîgirên xwe, serokên mafyayan, kesên ku dewletê xepandine, dizan û kesên ku li dijî jinan sûc kirine berda û muxalîfên xwe jî terkî mirinê kir. Weke ku li Îzmîr û Qersê jî hat dîtin, makîneyên sûc piştî berdana xwe sûc kirin jî. Weke 15’ê Tîrmeh û erdhejê vê mijarê jî ji xwe re kir firsend û ji bo ewlehiya Qesrê bi pakêta sererastkirinê hêzên paramîlîter ji girtîgehan derxist. Em ê çavê xwe ji vê yekê re negirin û têkoşîna xwe ya li dijî vê pakêtê bidomînin.”