‘AKP, bi êrîşên li ser muxalifan dixwaze ji derheqê vê krîzê derkeve'

img

STENBOL - Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Yildirim Kaya, AKP krîza nebirêvebirinê ya bi şewba coronayê re kûrtir bûye, dixwaze bi tayinkirina qeyûman a şaredariyên muxalif, bi astengî û lêpirsînan ji derheqê wê derkeve. 

Bi vîrûsa coronayê (Covîd-19) re krîza nebirivebirinê ya AKP'ê kûrtir bûye û ji bo ser vê krîzê bigire jî xizmetên şaredariyên muxalif asteng dike. Ev yek di dema şewba coronayê de jî nesekinî. Di 23'yê Adarê de qeyûm tayinî 8 şaredariyên HDP'î kirin. Her wiha kampanyayên alîkariyê yên şaredariyên muxalif jî asteng dike. Ji ber van kampanyayan der barê şaredariyên CHP'î yên Enqere û Stenbolê de lêpirsîn hatin destpêkirin. 
 
Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Yildirim Kaya, qedexekirina kampanyayên alîkariyê yên şaredariyên muxalif û lêpirsînên hatine destpêkirin nirxandin. 
 
JI XEYNÎ AKP'Ê HER TIŞT QEDEXEYE!
 
Kaya, anî ziman ku rewşa ji ber şewbê derketiye holê ne meseleyeke partiyî ye, lê belê AKP niha ji bo propagandaya xwe ji xeynî tiştên xwe destûrê nade tu kesî. Kaya, got: "Ev meseleya welatekî, pirsgirêkeke mirovahiyê ye. Loma di vê pêvajoyê de divê tu partî ji bo xwe derxe pêş tu tiştî neke. Divê bi destê sazî û dezgehên cemaweriyê têkoşîneke hevpar hebe." 
 
REJÎMA 'YEK ZILAMÎ' 
 
Kaya, tayinkirina weyûman wekî "îpotekkirina vîna gel" nirxand û got: "Li hin deveran şaredaran ji peywirê digire û qeyûman tayîn dike. Li hin deveran jî xizmetên şaredariyan asteng dike. A rast ev tê wateya îpotekirina vîna gel. Di demokrasiyan de tiştekî wiha tuneye. Hebe tunebe di rejmên yek zilamî de tiştên wiha hene. Divê dev ji feraseta gotin gotina min e bê berdan." 
 
NIKARIN MASKEYAN JÎ BELAV BIKIN 
 
Kaya, anî ziman ku AKP ji bo tevdîrgirtina li dijî şewbê xweşikî nikare ji derheqê belavkirina maskeyan jî derkeve û got: "Şaredariay Bajarê Mezin a Edeneyê nexweşxaneyeke sahrayî çêkir. Li cihê fûarê çêkir. Midûriyeta Tenduristiyê ya Edeneyê dikare wê bi kar bîne. Şaredar nabêje 'Ez çêbikim, ez bi kar bînim.' Dibêje, 'min çêkir, kerem kin di xizmeta we de ye.' Niha li Stenbolê pîsta Balafirgeha Ataturkê ku bi 2 milyarî hatibû çêkirin xera dikin dikin nexweşxaneya sahrayê. Lê şaredariya me ya Edeneyê di nav 15 rojan de çêkir. Wekî bêjin 'Em ê vê di 45 rojan an jî 2 mehan de çêbikin, çima we di 15 rojan de çêkiriye' û rabûn asteng kirin." 
 
KAMPANYA ZELAL Û AŞKERE NE 
 
Her wiha Kaya bal kişand ser lêpirsînên der barê şaredarên bajarê mezin ên Enqere û Stenbolê jî ku ji ber kampanyayên dabûn destpêkirin hatine destpêkirin û got, kampanyayên hatine destpêkirin zelal û aşkere ne, çavkanî ne jî bo serokan ji bo xizmeta gel tên bikaranîn. Kaya, destnîşan kir ku kampanyayên navbirî ne li dijî hiqûqê ne û got: "AKP, dixwaze dest û lingên şaredaran girêbide da ku nikaribin xizmetê bikin. Lê belê ne Mansûr Tavaş ne jî Ekrem Îmamoglû wê li ber van lêpirsînan serî netewînin." 
 
Kaya, herî dawî got: "Mixabin niha kesên nikarin bê maske biçin marketan, li benda dewletê ne ku maskeyan ji wan re bişîne. Lê heger tu nikaribû vê yekê hel bikî, nexwe şensekî te yê tu akribî her tiştî hel bikî tuneye. Dixwazin bi êrîşên xwe yên li ser şaredariyên muxalif ji derheqê vê krîza nebirêvebirinê ve derkevin. Lê belê gel vê yekê dibîne." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan