Wê AYM tîk bisekine an li ber erkê serî bitewîne?

img

STENBOL - Parlementer CHP'ê Tûran Aydogan ku partiya wî hewl dide ji bo qanûna înfazê ya nû serî li AYM'ê de, ji bo AYM'ê got: "Em pev re bibînin ka wekî saziyeke hiqûqê tîk disekine an wê di bin erkê de bieciqe." 

Qanûna înfazê ya nû bi dengên AKP û MHP'ê hat qebûlkirin. Lê belê bertek û nerazîbûnên li dijî vê qanûnê didimin. Partiyên muxalefetê ji ber ku qanûna navbirî li dijî "rêgeza wekehviyê" ye wê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin. 
 
Wê CHP jî ji bo betalkirina vê qanûnê serî li AYM'ê bide. Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Tûran Aydogan, der barê qanûna înfazê û biryara ku dê AYM bide axivî. 
 
Aydogan ê CHP'î anî ziman ku ji ber Qanûna Mûhakemeya Ceza şaş tê pêkanîn îro bi hezarn mirov girtîne û got, guhertina hatiye kirin ji bo hikumxwaran hatiye kirin. Aydogdû, diyar kir ku di vî warî de ji bo girtiyan gavek jî nehatiye avêtin û got: "Mirovên sûcên wan sabît nebûye û tên darizandin girtîne, lê yên sûcên wan sabît bûne hatine berdan." 
 
DIVÊ TMK BÊ GUHERANDIN 
 
Aydogan, diyar kir ku heya sûcên siyasî û "sûcên terorê" ji hev neyên veqetandin wê pirsgirêkên welat çareser nebin û got, gelek kesên ket daxilî nav şidetê nebûne jî li gor Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) tên darizandin û got, loma divê pênaseya "terorê" bê şênberkirin. 
 
PÊDIVÎ BI SERERASTKIRINEKE ÇAWA HEYE? 
 
Aydogan, anî ziman ku a ku wan eleqedar dike ne ew e ku kî hatiye berdan, a wan eleqedar dike kî nehatiye berdan bi xwe ye û got, vîrûs wekî îqtidarê cihêkariyê an jî nefretê nake. Aydogan, bilêv kir ku ji zûvde pêdiviya Tirkiyeyê bi sererastkirineke qanûna înfazê ya ku aştiya civakî pêk bîne heye, lê belê AKP û MHP'ê ev pêdivî baş nenirxandine û got: "Çimkî neyta wan xirab e. Ji ber ku bi başî lê mêze nakin û ji ber ku feraseta 'Ên li cem me cih digirin bila bên berdan. Ên li dijî me bila neyên berdan' heye, qanûneke bi vî rengî derket holê. Ji xwe di şeva dawî de bi sererastkirina 'mixalefeta li dijî Qanûna MÎT'ê neberdana 6 rojnamevana, vê neyta wan a xirab bi awayekî aşkere nîşan da. Em dixwazin li Tirkiyeyê sûcê azadiya fikr û ramanê ji holê bê rakirin." 
 
DADGER ALÎGIR IN 
 
Aydogan, pergala darazê ya Tirkiyeyê nirxand û got, heger Desteya Dadger û Dozgeran bi vî awayî dewam bike, kîjan dadger bê wê di heman pozîsyonê de be. Aydogan, anî ziman ku wê bi vî awayî Dadgeriya Înfazê jî di bin kontrola mekanîzmaya darazê de bimîne û got: "Her kes dizane Dadgeriya Ceza ya Sulhê çawa hatiye tayinkirin. Ev dadger bi awayekî pir aşkere û zelal dadgerine alîgir in." 
 
Aydogan ku ji bo Dadgeriya Înfazê got "dadgeriya efendiyan" anî ziman ku bi berfirehkirina erkên Dadgeriya Înfazê re îqtidar dixwaze mekanîzmayeke kontrolkirinê biafirîne û got, wê bi van erkên hatine zêdekirin wê înfaza kesên ji ber sûcên siyasî tên darizandin girnatir bibe. 
 
Aydogan, ji bo Dadgeha Qanûna Bingehîn ku wê ji bo betalkirina qanûna heyî serî lê bidin jî got: "Heger daraz tam serbixwe bûna, min ê bigota teqez wê AYM betal bike. Lê belê AYM'yeke ku biryarine bipirsgirêk dide heye. Em ê pev re bibînin ka wekî saziyeke hiqûqê tîk disekine an wê di bin erkê de bieciqe. Heger li welatekî daraz ne sebrixwe be wê mirov ji bo biryarên erênî yan jî neyînî heyr nemîne. Lê naxwazim baweriya min a bi saziyan bi temamî biçe."