Arslan: Daxwazên gel bi şidetê bitepisînin dê kaos kûrtir bibe

img

AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan çalakiyên şermezarkirinê yên li Herêma Federal a Kurdistanê nirxand û ev tişt got: "Ji ber ku hikumet li gorî berjewendiyên komên piçûk tev digere, gel ev qebûl nekin. Heke daxwazên gel bên tepisandin, dê kaosa li herêmê hêj kûrtir bibe."

 
Li Herêma Federal a Kurdistanê di 25'ê Îlonê referandum pêk hat û her ku diçe di warê aborî û siyasî de krîz kûr dibe. Li ser vê rewşê gel daket kolanan û li 14 navendan çalakiyên şermezarkirinê di roja 5'emîn de ne. Çalakiyên li bajarên wekî Silêmanî, Ranya, Helepçe, Koyê, Kifrê, Qeladizê, Xurmal, Avreze, Çemçemal, Teqteq û Akrê dewam dikin û bi hezaran kesan ji hikumetê heqê xwe xwest. Di êrîşa hêzên hikumetê ya li dijî çalakvanan de, heta niha 7 kesan jiyana xwe ji dest da.
 
Ruxmê êrîşan jî gel kolan neterikandin, li naçeya Ranyayê ya Silêmaniyê çalakî dewam dikin.
 
‘BERJEWENDIYÊN KOMÊN PIÇÛK BÛN SEDEM’
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, aşkera kir ku hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê li gorî berjewendiyên komên piçûk tevdigere, ev jî demek dirêj e gel tengezar dike û ev encam bi xwe re derxistiye holê.
 
Arslan destnîşan kir ku Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî ev rewş dîtiye û ji bo vê acizbûnê bi şêweyekî çareser bike, di 25'ê Îlonê de referandum pêk aniye û wiha pê de çû: "Bi salan bû gel bîra 'Kurdistana azad' kiribû û bi vê fikrê çûn referandumê. Lê mixabin bi hişmendiya desthilatdarî û dewletê nêzikî Başûrê Kurdistanê û pirsgirêkên li herêmê bûn. Divê bê zanîn ku pirsgirêkên civakî bi hişmendiya serdestiyê çareser nabe."
 
‘DAGIRKERIYA DAWÎ GEL BÊZAR KIR’
 
Arslan aşkera kir ku ji ber polîtîkayên bê dem û xelet, gel destkeftiyên di sal 2003'yan de bi dest xistibûn, ji destê wan çûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Xala ku îro hatinê, di serî de hikumeta navendî ya Iraqê, Îran, Heşdî Şabî û dewletên herêmê, xwestin destkeftiyên gel û daxwaza azadiyê ya gelê Başûr têk bibin. Li ser vê êrîş û dagirkerî pêk hat. Bi taybetî beşeke axa Kurdsitanê ket bin dagirkeriya hikumeta Iraq û hêzên Haşdî Şabî, vê yekê hêrseke mezin di gel de çêkir."
 
‘ÊRÎŞÎ DAXWAZÊN GEL BIKIN DÊ KAOSÊ KÛRTIR BIBE’
 
Arslan, da zanîn ku qezencên bi bedelên giran hatin bi dest xistin, ji ber ku veguherine ji bo berjewendiyên komek biçûk, gel radike serhildanê û wiha got: “Bertekên ku gel nîşan didin, demokratîk û meşrû ne. Gel encex li qadan bertek û îtîrazên xwe tînin ziman. Divê hikumet çalakiyên gel ên demokratîk bi awayekê baş pêşwazî bike û guh bide daxwazên gel.”
 
Arslan, destnîşan kir ku êrîşî daxwazên gel kirin, dê kaos û pirsgirêkên civakî kûrtir bike û wiha domand: “Bertekên gel rewa ne. Bi çekan êrîşî van daxwazan kirin, berhema hişmendiyek desthilatdar e. Divê demildest dest ji vê yekê berdin.”
 
‘KURD REJÎMEK NE DEMOKRATÎK NAXWAZIN’
 
Arslan, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Gelê kurd bi salan e li dijî pêkanînên hikumetên dij demokrasiyê yên wekî erep, fars û tirkan tê dikoşin. Li dijî feraseta desthilatdariya navendî ku dixwazin bi destên kurdan bidin avakirin, cardin kurd bêdeng namînin. Gelê kurd tu rejîm û pergaleke ne demokratîk qebûl nakin. Gelê kurd êdî helwesta xwe li djî pêkanînên antidemokratîk nîşan dane.”  
 
'LI TIRKIYEYÊ JÎ HEMAN REWŞ E’
 
Arslan, bal kişand ser hin daxuyaniyên ji hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê hatîn jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pergalên desthilatdariyê pirsgirêkên xwe yên hundirîn qebûl nakin. Ev pergel li şûna pirsgirêkên xwe yên desthilatdariyê çareser bikin, dixwazin van pirsgirêkên xwe bavêjin ser hin kesên din. Hikumeta Tirkiyeyê jî di heman rewş de ye. Gava gel daxwazeke demokratîk kir, divê Serokomarê Tirkiyeyê vê yekê weke êrîşekê li ser yekitiya welat nebîne û nenirxîne.” 
  
MA / Esra Solîn Dal - Devran Toptaş