HDP: Ayhan Eren pişta xwe daye gel divê îstifa bike

img
ENEQER - Lijneya Rêveberiyên Herêmên Demokratîk ya HDP'ê, diyar kir ku Hevşaredarê Hezo Ayhan Eren li dijî rêzikname û bernameya partiyê tevgeriya ye û pişta xwe daye nirxên gel û xwest Eren îstîfa bike. 
 
Hevberdevkên Lijneya Rêveberiyên Herêmên Demokratîk ya HDP'ê, Hediye Karaaslan û Salîm Kaplan têkildarî rewşa Hevşaredarê Hezo Ayhan Eren ku li dijî rêzikname û bernameya partiyê tevgeriya ye daxuyanî da. Hevberdevkên Rêveberiya Herêmên Demokratîk a HDP'ê destnîşan kirin ku Eren li dijî rêzikname û bernameya partiyê tev geriya ye û pişta xwe daye nirxên gel û xwest Eren îstîfa bike. 
 
KONSEPTA ŞERÊ TAYBET DI MERITEYÊ DE YE
 
Berdevkan anîn ziman ku piştî tayînkirina qeyûman bloka îqtîdarê konsepta şerê taybet xistiye meriyetê û Hevşaredar û endamên Meclisa Şaredariyê kirine hedefa xwe û wiha got: "Hevşaredarên me yên bi vîna gel hatin hilbijartin, li dijî tu zext û zoran gav paşve neavêtin. Li dijî durxistina peyvirê û girtinê dîsa li ber xwe dane. Li dijî faşîzmê serî netewandine. Lê Ayhan Eren li dijî gef û tirsê serî tewandiye û pişta xwe daye gel. Li dijî pratîka şaredariya gel û şaredayia demokratîk tev geriya ye. Ji ber ku serî tewandiye û li dijî rêziknameyê tev geriya ye divê ji şaredarî û hevserokatyê îstîfa bike. 
 
Komîsyonê ji gel, endamê meclîsê û hilbijêrê ji ber vê rewşê lêborîna xwe xwestin û diyar kirin ku dê carek din rê nedin vê yekê.