Ûca: Çima agahî nadin parêzerên Ocalan?

img
AMED - Parlamentera Feleknas Ûca ya ji Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Berpirsiyar bal kişand ser rewşa tenduristiya Ocalan û pirsa çima têkildarî rewşa tenduristiya Ocalan agahiyên pêwîst nadin malbat û parêzerên wî ji Wezareta Dadê kir.
 
Parlamentera Êlihê Feleknas Ûca ya ji Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Berpirsiyar derbarê rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku agahî nadin parêzeran û bersiv nadin daxwaza hevdîtina telefonê bir rojeva Meclîsê. Ûca bi pêşniyazpirsek têkildarî rewşa tenduristiya Ocalan û pirsa çima têkildarî rewşa tenduristiya Ocalan agahiyên pêwîst nadin malbat û parêzerên wî pêşkêşî Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kir. Ûca xwest wezîr Gul div ê pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de derbarê rewşa Ocalan de agahî bide parêzeran.