'Alîkariyên şaredariyan bi hîsteriya tolgirtinê tên astengkirin'

img
STENBOL - Parlementerê CHP'î Ozgur Karabat, bertek nîşanî astengkirina kampanyayên alîkariyê yên şaredariyê dan û vê helwestê wekî "rûdaneke din a feraseta qeyûmkerî ya AKP'ê" û Parlementera HDP'î Huda Kayan jî got, îqtidar bi "hîsteriya tolgirtinê" tev digere. 
 
Li Tirkiyeyê jî her roj gelek kes ji ber vîrûsa coronayê (Covîd-19) dimirin û ligel vê ji bo piştgirî û tevdîran şaredariyên CHP'î û HDP'î jî kampanyayên alîkariyê didin destpêkirin. Lê belê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Sylû ji bo kampanyayên şaredariyan bê astenkirin di 31'ê Adarê de giştînameyek ji walîtiyan re şandin û piştî vê giştînameyê kampanyayên têên destpêkirin tên astengkirin. 
 
KARABAT: TEZAHURA FERASETA QEYÛMKERIYÊ YE 
 
Parlemneterê CHP'ê yê Stenbolê Ozgur Karabat, anî ziman ku piştî AKP di hilbijartina herêmî de têkşikiya dixwaze hemû erkê li rêveberiya navendî kom bike û got, ji ber vê feraseta AKP'ê şaredarî jî warê aborî de tengijîne. Karabat, destnîşan kir ku lê ligel sînrodarkirina derfetên şaredariyan û ligel hemû zext û zoriyan jî şaredarî hewl didin xwe bigihînin gel û ji vê helwesta xwe tawi nedane. Karabat, astengkirina kampanyayên alîkariyê yên şaredariyan bi van gotinan pênase kir: "Rûdaneke din a feraseta qeyûmkerî ya AKP'ê."
 
WÊ BI AKP'Ê BIDE WINDAKIRIN 
 
Karabat, destnîşan kir ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî di nav de pêşaniya ewil a hemû şaredariyan piştevaniya gel bikin û got, zext û zorî çi dibin bila bibin wê piştevanî bidome û wê ev feraseta AKP'ê ya ku pêşî li ber piştgirîkirina gel digire di hilbijartina giştî de bi AKP'ê bide windakirin. 
 
KAYA: ÊRÎŞÎ HER TIŞTÎ DIKIN 
 
Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî anî ziman ku bi salan e xizmetên şaredariyan tên astengkirin û bi tayinkirina qeyûman re şaredarî hatine xespkirin. Kaya, got: "Her ku em vê yekê li Meclîsê dibêjin û ji tevahiya Tirkiyeyê re dibêjin, bi îthamên 'terorê' dixwazin dengê me bitepisînin." 
 
Kaya, destnîşan kir ku piştî u Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û şaredariyên din ji dest pergal û îqtidarê derketin, îqtidar bi hîsteriya kîn, nefret û tolgirtinê tev digere û got: "Di warê xizmet û qenciyê de çi bê kirin êrîşî dikin." 
 
Kaya, anî ziman ku ji bo mafê jiyaneke birûmet piştevanî bivênevê ye û bang li îtidarê kir: "Niha ne dem dema êrîşkirin qenciyê, muxalefetê û astengkirina xizmetên ji bo gel e." 
 
MA / Nacî Kaya