HDP: Siyaseta îqtîdarê ya kujer Mustafa kuşt

img
ENQERE – HDP’ê têkildarî Mustafa Koçak ê di roja 297’emîn a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da got ew bang li her kesî dikin ku li dijî siyaseta kujer a îqtîdarê derkevin û têkoşîna parastina jiyanê bidin.
 
Desteya Rêveber a Navendê ya HDP’ê têkildarî Mustafa Koçak ê di roja 297’emîn a çalakiya rojiya mirinê de îro jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek nivîskî belav kir. Daxuyaniya HDP’ê bi sernavê “Mustafa jiyana xwe ji dest da, em xemgîn in, em bang li her kesî dikin ku li dijî siyaseta kujer a îqtîdarê derkevin û têkoşîna parastina jiyanê bidin” hat belavkirin. HDP’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew ji bo Hêlîn Bolek û Mustafa Koçak xemgîn in û wan nikaribûye Mustafa Koçak ê ji bo edaletê kêlî bi kêlî li ber çavê her kesî bedena xwe heland bidin jiyandin. Di daxuyaniyê de hat gotin Mustafa Koçak di encama beyanên derewîn ên îtîrfkar de mehkûmî cezakirina muebeta girankirî hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku tenê daxwazek Mustafa hebû ew jî edalet bû û ev edalet nehat temînkirin û ew daxwaza edaletê tenê ne ji bo wî bi xwe bû. Di daxuyaniyê de hat gotin îqtîdar bûye sedema mirina Hêlîn Bolek û Mustafa Koçak û îqtîdar di siyaseta mirinê de israr dike û ew bang li her kesî dikin ku li dijî siyaseta kujer a îqtîdarê derkevin û têkoşîna parastina jiyanê bidin.
 
HDP’ê got ew ji Mustafa Koçak re rehmetê dixwazin û ji malbata wî û xelkê xwe re sersaxiyê dixwazin.