'Em bi şerma Qirkirina Ermenan re rûbirû dibin’

img
ENQERE – HDP’ê têkildarî salvegera Qirkirina Ermenan a 105 sal berê pêk hat daxuyanî da û got: “Em bi şerma Qirkirina Ermenan re rûbirû dibin û qûrbaniyan bi rêzdarî bibîr tînin.”
 
Desteya Rêveberiya Navenda HDP’ê têkildarî salvegera 105’emîn a Qirkirina Ermenan daxuyaniyek nivîskî a bi sernavê “Em bi şerma Qirkirina Ermenan re rûbirû dibin” weşand û qûrbaniyan bibîr anî. HDP’ê diyar kir ku qirkirinê bi sirgûn û girtinê di 24’ê Nîsana 1915’an de li Stenbolê dest pê dike û pişt re jî komkujî pêk tê. HDP’ê bi bîr xist ku qirkirin bi fermana hikumeta Îttîhat û Terakkî pêk tê û beşek mezin a ermenan tê qetilkirin û sirgûnkirin. HDP’ê da zanîn ku 105 sal in Tirkiye bi Qirkirina Ermenan re hevrû nebûye û xwest Tirkiye lêborînê bixwaze.