Agahiya we ji girtiyên bi şika şewba Covid-19 heye?

img
ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz, bal kişand ser rewşa girtiyên li Girtîgeha  Dîlok, Hîlvan û Gebzeyê ku bi şika şewba vîrûsê ne û diyar kir ku tedbîr nayên girtin. Kaçmaz, ji Wezîrê Dadê Abdnulhamît Gul pirsa "Agahiya we ji rewşa van girtiyan heye?" pirsî. 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, bal kişand ser rewşa girtiyên bi şika vîrusa corona ketine û xwest Wezîrê Dadê Abdulhamît pirsên wî bibersivîne. Kaçmaz, diyar kir ku li Girtîgeha Dîlok, Hîlwan û Gebzeyê girtiyên bi şika ku bi şewba vîrûsa corona ketine hene û xwest Wezîr Gul lêkolîn bike û tedbîran bigirin.
 
 
Kaçmaz, Ev pirs ji Gul pirsîn: 
 
"* Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê, Girtîgeha Hîlwanê û Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê, şika şewba vîrûsê bi girtiyan re heye. Wekî wezaretê agahiya we heye? 
 
* Li van girtîgehan tersta vîrusê hatiye kirin? Girtiyên xistine qerantînayê hene ya na? 
 
* Girtî û malbatên girtiyan diyar dikin ku tedbîr nayên girtin, malzemeyên paqijiyê nadin wan û personel li dijî şewbê tedbîran nagirin. Ev rast in? Personelên girtîgehê çiwas hatine agahdarkirin û perwerdekirin? 
 
* Ji bo girtiyên nexweş û temen mezin ên di koma rîskê de ne çi tedbîr hatiye girtin? 
 
* Ji roja vîrûs li Tirkiyeyê belav bûye heta niha çiqas girtî bi vîrûsê ketine û rewşa wan çiye? Çend girtî bi vîrûsê ketine?"