Bûldan: AKP bi qasî şewbê jiyana civakî tehdît dike

img

STENBOL – Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku di vê pêvajoya şewba koronayê de tundiya li dijî jinan zêde bûye û got: “AKP bi qasî şewba koronayê jiyana civakî tehdît dike.” 

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan têkildarî tundiya li dijî jinan a di pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de zêde bûye, li ser hesabên medya civakî yên HDP’ê daxuyanî da. Bûldan bi silavkirina jinên girtî dest bi axaftina xwe kir û ew van rojên zor û dijwar derbas bikin û dê carek din bi jinan û gel re werin ba hev. Bûldan got rojên xweş û azad nêz in. Bûldan got ew dixwazin bi vê weşanê bibin dengê jinan û îtîraza jinan.
 
‘AKP RÛYÊ XWE YÊ RAST NÎŞAN DIDE’
 
Bûldan da zanîn ku di serdema vê şewba dijwar de jî tundiya li dijî jinan nizane sekinandin çi ye û wiha got: “Tundiya li dijî jinan di van rojên dijwar de jî bi lez û bez didome. Her wiha hemû neheqî jî li dijî jinan li pêş dikeve. AKP daxwazên dewleta civakî bi zîhniyeta otoriter birêve dibe û krîzê veguherandiye fersenda aborî û siyasî. Rûyê rast ê AKP’ê di pêvajoya koronayê de pir eşkere ji aliyê her kesî ve tê xuyakirin. Îqtîdar tenê ketiye derdê xwe û alîgirên xwe. Polîtîkayên cudakar, otoriter birêve dibe. Îqtîdara AKP’ê jî bi qasî şewbê jiyana civakî tehdît dike. Di pêvajoyên wiha de herî zêde pêdiviya însanan bi piştevaniyê û alîkariyê heye. Lê şaredariyên muxalefetê ku dixwazin piştevaniya xelkê bikin tên astengkirin. Hemû xebatên muxalefetê terorîze dike û asta xerabiya ku gihîştiyê nîşanî me dide.
 
Îqtîdar dixwaze hemû kurd û muxalefetê bêdeng bike, li dijî şewbê tênakoşe bi civakê re têdikoşe. AKP li dijî girtiyên siyasî hiqûqa dijminane bikar tîne. Di vir de jî rûyê xwe yê rast baş da nîşandan.
 
TUNDÎ ZÊDE BÛYE
 
Di vê pêvajoyê herî zêde jin dibin mexdûrê otorîteyê. Di van rojên koronayê de tundiya li dijî jinan zêde bûye. Jin tên qetilkirin û hejarkirin û bêkar tên hiştin. Em carek din jî dibêjin zilamên zordestiyê li jinan dikin bi destê îqtîdarê dike. Li derve vîrûsa koronayê gef li jinan dixwe û li malê jî bi tundiya zilaman re rûbirû ne. A rast îqtîdarê bi gotina ‘jiyan li malê xweş e’ tundiya zilaman biriye malê.
 
QEYÛM JI BO TUNDIYA ZILAMAN BÛYE FERSEND
 
Şaredariyên me yên qeyûm tayînî wan hat kirin, li dijî tundiya jinan xebatên bêhempa birêve dibir. Bi dehan saziyên jinan ên şaredariyên me ji aliyê qeyûman ve hatin girtin. Qeyûm ji bo tundiya zilaman bûye fersend. Hemû rê û rêbazên li ber piştevaniya ji bo jinan hatine girtin. Lê ne zilam û ne jî îqtîdar wê bi vê polîtîkayê bi ser bikeve. Em jin xwedî wê hêz û rêxistinê ne ku em dikarin di her warî de piştevaniya hev bikin. Wê tu hêz nikaribe hêza piştevaniya jinan asteng bike.”
 
‘GUHERTINA ÎNFAZÊ RÊ LI BER TUNDIYÊ VEDIKE’
 
Bûldan destnîşan kir ku AKP bi guhertina yasaya înfazê rê li ber zêdekirina tundiya jinan vekiriye û yek ji xerabiyên herî mezin a îqtîdarê jî ev yasa ye û wê rê li ber felaketên mezin veke.
 
‘NE ÎNFAZ QANÛNA MIRINÊ DERXISTIN’
 
Buldan, da zanîn ku bi qanûna înfazê “Efoya taybet” ji bo çete, qatil û tecawîzkaran derxistin û got: “Sûcdarên rastîn niha derve dene û mirovên bêsûc jî di girtîgehan dene. Qatilên jinan li derve dene, Selahattîn Demîrtaş, Îdrîs Balûken, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Sabahat Tuncel û hevalên wan ên daxwaza aştiyê kirin, di girtîgehan dene. Bêguman ne em jin, ne gel û ne jî raya giştî ya demokratîk dê vê yekê qebûl bikin. Emê li dijî vê qanûna înfazê ya qanûna mirinê ye têkoşîna xwe dewam bikin.”
 
AKP Û MHP BERPIRSIYARE
 
Buldan, da zanîn ku qanûna AKP-MHP’ê derxist qanûna wehşetê ye û wiha pê de çû: “Bi vê qanûnê ji bo tundiya zilam bêcezatî anîn. Ev qanûn bû sedem ku bavê Ceylan a 9 salî li Dîlokê wê bi awayekê hovane bikuje. Berpirsiyarê tundî û qetilkirinên jinan AKP û MHP ye. Li dijî tundiyê divê bi lezgînî koordînasyoneke krîzê bê avakirin û ev koordinasyon bi rêxistinên jinan re bixebite. Divê ji bo jinên rastî tundiyê tên fonên alîkariyê bên amadekirin û bi her awayî alîkariya van jinan bê kirin.”
 
TUNDIYA ABORÎ ZÊDE BÛ
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê, anî ziman ku di vê pêvajoyê de herî zêde jin bi tundiya aboriyê re rû bi rû man û wiha domand: “Herî zêde jin dikarên zor û bêewle de tên xebitandin. Mayîna di malê de jî, barê jinan zêdetir kir û ev yek tê wateya kedxwariyê. Dîsa rewşa jinên kedkarên tenduristiyê li holê ye. Divê daxwazên wan bên pêşwazîkirin.”
 
‘EM Ê HEM ŞEWBÊ, HEM JÎ TUNDIYA ZILAM TÊK BIBIN’
 
Bûldan, bal kişand ser pêşxistina tevnên piştevaniyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Emê bi mezinkirina tevnên piştevaniyê bi awayekê hîn xurtir ji vê pêvajoyê derbikevin. Emê dîsa bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî polîtîkayên tundiyê yên desthilatdariya zilam têk bibin. Kampanya me ya malbatî di heman demê de, piştevaniya xwişktiyê ye. Piştevaniya me ya jinê, ji tifaqa desthilatdariya zilam a tekparêzer bi hêztire. Em dizanîn ku piştevaniya jinê dide jiyîn. Em dizanin ku di rojên koronayê de jin bi hevre bi hêzin. Têkiliya di navbera jinan de her tim pir xurte. Ji bo ku em vê têkiliya xwe bi parêzin divê em xwe jî biparêzin. Yek ji me jî ne bi têneye. Emê piştî şewbê dîsa li kolanan, li bazaran, di 8’ê Adarê de, di 25’ê Mijdarê de, li qadên Newrozê û li qadên 1’ê Gulanê bi hev re bin. Em hemşewbê û hem jî tundiya desthilatdar a zilam têk bibin.”