Ûca xwest pêşniyaza NY'ê bicih were

img

AMED – Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca rewşa girtiyên Girtîgeha Şakranê bir rojeva Meclîsê û xwest pêşniyaza NY’yê ya têkildarî girtiyan bicih were.

 
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca ya ji Têkiliyên Derve Berpirsiyar e pirsgirêkên li Girtîgeha Tîpa T a Şakrana Îzmîrê bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bibersivîne peşniyazpirs pêşkêşî Meclîsê kir. Ûca di pêşniyazpirsê de destnîşan kir ku li qawîşên Girtîgeha Şakranê tevî ku qawîşên vala hene jî lê di qawîşên 16 kesî de 24 girtî tên ragirtin û li gel testa du gardiyanan pozîtîf derketiye jî lê tevdîrên li dijî koornayê baş nehatine girtin û girtî bi xetereyê re rûbirû mane. Ûca xwest daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya di meha adarê ji bo rewşa girtîgehan da û xwestibû ku girtî werin berdan divê li ber çavan were girtin û pêşniyaza NY’yê bicih were. Ûca bi çend pirsan xwest wezîr Gul pêşniyazpirsa wê ya derbarê girtîgeha Şakranê de bibersivîne.