Rûpoşên li welatiyan nayên belavkirin pirsîn

img
AMED - Parlamenterê HDP'ê Hîşyar Ozsoy, rûpoşên ku diviya bû bê pere li welatiyan bihatina belavkirin û hêj nehatine belavkirin bir rojeva meclîsê û xwest Wezîr Koca bibersivîne.  
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Hîşyar Ozsoy, têkildarî gotina Serokomar Recep Tayyip Erdogan a firotina rûpoşan hatihe qedexekirin pirsname da meclîsê. Ozsoy, pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bibersivîne. Ozsoy, anî ziman ku di organîsazsoya belavkirina rûpoşan a li welatiyan de pirsgirêkên mezin hene û ev yek zerakek mezin dide tenduristiya gel. Ozsoy, anî ziman ku satiyên dewletê rûpoşan li welatiyan belav nake û bi milyonan welatî bê rûpoş derdikevin derve. Ozsoy, anî ziman ku rûpoşên li welatiyan tê belavkirin jî ne bi tenduristî ne. Ozsoy, anî ziman ku belavkirina rûpoşan di çi astê de ye û ev pirs pirsîn: Ji niha û şûnde dê rûpoş çawa bên belavkirin. Plan çiye? Li bajaran testa Covît-19 bê pergal û hevsengi tê kirin. Testên tên kirin û rûpoşên tên belavkirin çiqas li gorî hevsengiyê tê kirin. Rûpoşên tên belavkirin ji aliyê kijan fîrmayê ve hatin hilberin û tên belavkirin. Têkildarî van rûpoşan şertên teknîkî ji aliyê Lijneya zanistiyê veh atiye dayirkirin ya na? Stendina rûpoşan li gorî kijan îhaleyê hatiye kirin. Her Rûpoyek bi çiqasî ye hetaniha çiqa hatin belavkirin. 
Welatiyên înternet û telefona wan tune dê çawa xwe bigînin van rûpoşan?