Yîgît: Li Idlîbê dibe ku berê çekan bikeve Tirkiyeyê

img

STENBOL – Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît, diyar kir li Îdliba ku tansiyonê lê bilind e, heke Tirkiye sozên ku daye komên selefî bi cih neyne, dibe ku berê çekan bikeve Tirkiyeyê.

Di 10’emîn sala şerê navxweyî yê Sûriyeyê de, ji ber pêngavên hêzên heremî û navneteweyî yên lê Idlib bûye girêkek bi zorê bê çareserkirin. Di meha sibatê de, ji ber ku Tirkiye sozên ku dabû bi cih nanîbû, bi hefteyan şerekî dijwar di navbera Tirkiye ku piştgirî dide Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ/El Nusra) û rejîmê de qewimîbû. Di vî şerî de hejmareke zêde leşkerên Tirkiyeyê bûbûn hedefa êrîşên hewayî yên rejîm û Rûsyayê û jiyana xwe ji dest dabûn.
 
LI IDLIBÊ TANSIYON BILIND E
 
Li ser vê yekê di 5’ê adarê de Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li Moskovê li hev civiyabûn û li ser peymaneke agirbestê li hev kiribûn. Bi vê peymanê re tansiyona li Idlibê daketibû. Lê di rojên dawîn de careke din tansiyon lê bilind bûye. Li gorî hin nirxandinên ku tên kirin; wê Pûtîn dev ji Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esed ku heta îro piştgirî dayê berde.
 
GELO WÊ PÛTÎN DEV JI ESED BERDE?
 
Pispor Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît ku Rojhilata Navîn ji nêz ve dişopîne, geşedenên niha û muhtemel ên li Sûriyeyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Yîgît, nirxandinên ku wê Pûtîn dev ji Esed berde red kir û destnîşan kir ku ev nirxandinên ji aliyê çapameniya OSO’yê ve tên kirin û di çapameniya Sûriyeyê de nîşaneye ku vê nirxandinê piştrast bike tuneye.
 
ESAD JI TAVÎZAN ACIZ
 
Yigît, da zanîn ku ji ber tavîzên ji aliyê Rûsyayê ve ji Tirkiyeyê re tên dayîn, di navbera Rûsya û Rêveberiya Şamê de hin nakokî hene û wiha got: “Ji ber van tavîzan pevçûneke heye. Rêveberiya Şamê, parastina statuya heyî ya li Idlibê qebûl nake. Lê Rûsya ji bo ku Tirkiyeyê li cem xwe bigire, li ser parastina statuya Idlibê Şamê re nîqaşan dike û dixwaze di vê mijarê de Şamê qanih bike. Lê Rûsya Qrîza Idlibê çiqas jî bispêre jî wê tenê paşde bixîne. Îran jî dixwaze Tirkiye ji Sûriyeyê vekişe.”
 
HEKE IDLIBÊ WINDA BIKE…
 
Di berdewamê de Yîgît, diyar kir ku Tirkiye di bin navê kêmkirina aloziyê de dixwaze statuya Idlibê biparêze û sedema vê yekê jî wiha aşkera kir: “Dixwaze hemû cîhadistan li vê herêmê kom bike. Ji bo parçeyeke planên xwe yên fetihkirina tevahiya Rojhilata Navîn dixwaze ev kom li vir bimînin. Difikire ku heta komên cîhadîst pozisyon bigirin dê ew jî hebûna xwe li vir bidomîne. Lê heke Tirkiye Idlibê winda bike wê nikaribe deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye bin kontrola xwe de bigire. Wê bidorê deverên din ên di bin kontrola xwe de jî winda bike û nikaribe mudaxaleyî pêvajoyê bike.”
 
WÊ BERÊ ÇEKAN VEGERE
 
Di dawiya nirxaninên xwe de Yîgît, destnîşan kir ku Tirkiye sozê parastina statuya Idlibê daye komên selefî û ev tişt got: “Heke Tirkiye vî sozê bi cih neyne dê bibe hedefa van koman û berê çekan bikeve Tirkiyeyê. Şerê daîmî bûye sedema hebûna AKP’ê. Heke Idlib bi dawî bibe dê Lîbyayê germ bike. Heke Lîbya jî bi dawî bibe dê Rojhilatê Firatê germ bike. Niha şertê hebûna AKP’ê şerê daîmî ye.”
 
MA / İdris Sayılgan