Bayindir: Divê em li şûna şerkirinê bibin yek

img

AMED – Hevseroke Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku divê kurd ji pêkanînên ku bên dijberî hev dûr bisekinin û ev tişt got: “Aliyên ku ji bo kurdên di bin dorpêçê de ne berpirsyariya wan heye, divê polîtîkayên xwe li gorî yekitiye neteweyî hilberînin.”

Hevseroke Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, ambargoya 9 mehan a li ser Wargeha Mexmûrê û êrîşên li ser Zînî Wertê nirxand. Bayindir, diyar kir ku çareseriyên ku ji sala 2011’an ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatine, ji bo motîvasyona pêk hatina yekitiye neteweyî, azadî û statuya siyasî ya kurdan bûn gavên baş û rihê yekitiye neteweyî ya kurdan pêş xistiye.
 
TÊKOŞÎNA KURDAN DIDOME
 
Bayindir, bal kişand ser xebatên amadekariya ku demeke direj e ji bo yekitiye neteweyî ji aliyê rêxistin û partiyên kurdan ve tên meşandin û wiha axivî: “Ev xebat hatine asteke wisa ku êdî di paş de gav nayên avêtin. Bêyî ku li nêrîna siyasî bê nêrîn, ev rewşa ku bûye daxwaza hevpar a 20 milyon kurdî, xwe dispêre hemû muxataban. Di serî de Tirkiye û Îran hêzên herêmê, dixwazên destkeftiyên kurdan ên siyasî tune bikin. Hebûna xwe di tunebûna kurdan de dibînin. Kurdan li dijî van hêzan gelek bedel dane û hê jî têkoşîna xwe didomînin.”
 
PEKANÎNA KERKÛKÊ LI HOLÊ YE
 
Bayindir, da zanîn ku êrîşên li dijî Mexmûr û Şengalê, dorpêç û zextên dîplomatîk û siyasî pêşeroja başûrê Kurdistanê dikin xetereyê û wiha got: “Ev rewş di serî de gelê başurê Kurdistanê hemû kurdan dike nav fikaran. Divê kurd bi hemû sazî, partî û tevgerên xwe li dijî vê rewşê derkevin û li gorî esasê yekitiya neteweyî bibin xwedî helwest. Pêkanîna Tirkiye û Îranê ya li dijî Kerkûkê li holê ye. Ligel van pêkanînan jî divê hêzên kurd neyên lîstikan van dewletan. Têkiliyên bi van dewletan re divê nebe nîşandan hêzê ya li dijî partiyeke din a kurdan. Heke wiha bibe wê ev rewş birînên gelek kûr di dilê kurdan de vebike. Divê bûyera li Zînî Wertê wiha bê nirxandin.”
 
‘DIVÊ BINGEHA DIYALOGÊ PÊŞXISTIN’
 
Di dawiya axaftina xwe de Bayindir, diyar kir ku aliyên ku ji bo kurdên di bin dorpêçê de ne berpirsyariya wan heye, divê li gotinên xwe baldar bin û bingeha diyalogê bi pêş bixin û ev tişt anî ziman: “Li gorî rewşa rojane, divê kurd ji xebat, pratik û daxuyaniyên ku bên dijberî hev dûr bisekinin. Divê polîtîkayên xwe li gorî yekitiye neteweyî ku berîkirina gelê me ye hilberînin. Li gorî vê esasê divê diyalog bê pêşxistin. Têkiliyên di navbera kurdan de divê li ser bingeha wekheviyê bin. Rêya xelasiya me ev e.”
 
MA / Mehmet Şah Orûç