HDP: Bi şewbê re mîlyonek koçber ji kar hatin derxistin

img
ENQERE – HDP’ê bi boneya 1’ê Gulanê daxuyanî û got: “Li Tirkiyeyê, ji mîlyonekê zêdetir koçber ji kar hatin avêtin û terkî birçîbûnê hatin kirin.”
 
Komîsyona Koçber û Penaberan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya 1’ê Gulanê Roja Yekitî û Piştevaniya Karkeran daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya bi îmzeya Hevberdevka Komîsyonê Gulsum Agaoglû hat weşandin de wiha hat gotin: “Emê koçberên di 1’ê Gulanê de terkî birçîbûnê hatin kirin ji bîr nekin. Nêzî 4 mîlyon koçberan di pêvajoya şewbê de bi awayekê pir zor debara xwe dikin, tu dahatû û ewlekariya wan tuneye.”
 
MÎNA PANDAMIYÊ DIKUJE
 
HDP’ê, diyar kir ku ji ber şewba Covîd-19 a li Tirkiyeyê zêdeyî milyonek koçberên bêewle û bêqeydikrî dihatin xebitandin ji kar hatin derxistin û tevî malbatên xwe di nava lepên birçîbûnê de hatin hiştin. Di vê pêvajoya şewbê de zêdeyî 4 milyon koçber hene ku 2 meh in bi rengekî bêewle û bêhatine di nava şert û mercên giran de ne."
 
Di daxuyaniyê de HDP’ê, dest nîşan kir ku bêewlehî û terikandina koçberan bi qasî pandemiyê kujer û travmatîk e. HDP'ê bang li mirov û hêzên pêşverû kir ku daxwazên bingehîn ên çîna karker û kedkarên koçber ên keda wan tên xwarin, bi rengekî berfireh bixin rojevê û xwedî li wan derkevin. Em bi hevre bijîn û dawî li kedxwarî û binpêkirina mafên koçberan bînin. Bijî 1’ê Gulanê.”