Leşker rayeya xerakirina goristanan ji kê digirin?

img
ENQERE – Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, xerakirina goristanan bir rojeva meclise û ev pirs kir: “Leşker rayeya xerakirina goristanan ji kê digirin?”
 
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, xerakirina goristanan ku ji Wanê dest pê kir û bi Mûş û navçeya Farqînê ya Amedê berdewam kir, bir rojeva meclisê. Beştaş, têkildarî mijarê serî li Komîsyona Lêkolînên Mafê Mirovan a Meclisê da, pêşniyaznameya lêkolînê da Serokatiya Meclisê û pêşniyazpirseke nivîskî jî da Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay.
Beştaş, di pêşnûmeya lêkolînê de ev agahî dan: “Tiştên wiha li dijî bîranîna mirî, di heman demê de sûc in. Dîsa xerakirina goristanan a di aliyê nirxên ku temsil dike de, di qanûnên cezayan de weke sûc cih digire.”
 
XERAKIRINA DUYEMÎN
 
Beştaş, bi bîr xist ku kêlêkên goran li ber çavên malbatan tên hilweşandin û ev tişt got: “ Welatiyên ku ji ber mirina xizmên xwe di nav êşê de ne, bi xerakirina gorên xizmên xwe re cara duyemîn êş û azarê dikişînin. Xerakirina goran a li Wan, Farqîn û deverên din a ji aliyê leşkeran ve, di meha Remezanê de hestên menewî yên xizmên miriyan xera kiriye. Bi mirin û bêrûmetiya li dijî bîranîna xizmên wan, zilm li welatiyên ku menewiyeta wan xesar ditiye tê kirin. Lêkolîneke Meclisê dê bibe wesileya xweşkirina dilê kesên ku gorên xizmên wan hatine hilweşandin.”
 
HÛN JI TEXRÎBATAN AGAHDAR IN?
 
Çen pirsên ku Beştaş, têkildarî mijarê ji Alîkarê Serokkmar Fûat Oktay kir wiha ne:
 
* Hûn ji xerakirina goran agahdar in? Heke hûn xwedî agahî bin, gelo çima daxuyaniyekê nadin?
* Xerakirina goran sûc e. Kesên ku gora xera kirine hatine tespîtkirin û derbarê wan de lêpirsîna îdarî û edlî hatiye destpêkirin? Heke derbarê wan de lêpirsîn nehatibe destpêkirin, hinceta vê yekê çî ye?
* Leşker rayeya xerakirina goran ji kî digirin? Meqamê ku di vê mijarê de ferman dide Wezareta Karên Hundir e? Heke Wezareta Karên Hundir be, vê li gorî çi dike? Wezaret bi vê fermanê gelo sûc nake?
* Çima gef li malbatan tê xwarin? Derketina holê ya pêkanîna li dijî hiqûqê, bi gefxwarina malbatan tê astengkirin?
* Angaşta ku bi gefê ji malbatan hatiye xwestin ku kêlêkên gorên zarokên xwe bişikînin û wêneyê vê yekê bişînin, rast in? Heke ev angaşt rast be, kesê ku fermana vî tiştî daye hatiye tespîtkirin û derbarê wî lêpirsîna îdarî û edlî wê were setpêkirin?
* Hûnê têkildarî mijarê daxuyaniyek bidin raya giştî û helwdanên nû yên ji bo vê yekê asteng bikin?