‘Bila 28'ê Nîsanê bibe roja bîranîna kesên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin'

img
ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu, anî ziman ku di pêvajoya şewba corona de di cinayetên kar de tiştek nehatiye guhertin. Gergerlîoglu, ji bo 28'ê Nîsanê bibe “Roja bîranîn û şîna kesên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin." pêşniyarnameya qanûnê da meclîsê. 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê û Endamê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê Omer Faruk Gergerlîoglu, ji bo “28'ê Nîsanê bibe roja bîranîn û şîna kesên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin"  daxwaza guhertina zagonê da meclîsê. Gergerlîoglu, anî ziman ku di vê pêvajoya şewba vîrûsa corona de li her kesî banga "Li malên xwe bimînin" tê kirin. Lê ji bo karkeran banga "Li kar bimîne" tê kirin û wiha got: "Di Adara 2019'an de 114 karkeran di cînayetên qezayên kar de jiyana xwe ji dest da. Di Adara 2020'an de jî dîsa 113 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Li gel şewba vîrûsê jî di jiyana karkeran de tiştek nehat guhertin. Mixabin karker dîsa dimirin. Em dixwazin 28'ê Nîsanê bibe Roja Bîranîn û Şîna Karkerên di Cînayetên Kar de Jiyana Xwe ji Dest Didin."