Parlamentera HDP’ê Guzel vîrûsa li girtîgehan ji Wezîrê Dadê pirsî

img

AMED – Parlamentera HDP’ê Semra Guzel, pirsgirêkên ji ber vîrûsa koronayê li girtîgehan derketine ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsî.

 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, têkildarî vîrûsa koronayê ku li girtîgehan bûye xetereyeke mezin, bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bibersivîne, pêşniyarpirsek da Serokatiya Meclisê. Guzel, di pêşniyazpirsa xwe de sererastkirina înfazê ku ji meclisê hatibû derbaskirin bi bîr xist û bal kişand ser raporên ku ji aliyên rêxistinên sivîl ve derbarê, binpêkirinên mafên girtiyan û bergiriyên ku li dijî vîrûsa koronayê li girtîgehan nayên girtin, hatine amadekirin.
 
WÊ TEVDÎR BÊN GIRTIN?
 
Guzel, daxuyaniya Wezîr Abdulhamît Gul a ku ragihandibû bi giştî 120 girtî bi vîrûsê ketine û ev pirs jê kirin:
“* Wezareta we ji bergiriyên ku li dijî vîrûsê li girtîgehan nayên girtin agahdar e?
* Ji aliyê Wezarete ve ji bo kontrolkirin û lêkolînkirina bergiriyan xebat tên meşandin?
* Çima li hin girtîgehan bi awayekî têrker amûrên paqijî û parastinê nadin girtiyan?
* Li gel ku mesafeya fizîkî ji bo pêşîgirtina vîrûsê yek ji gavên herî girîng e, hê jî li hin girtîgehan girtî li kogûşên qerebalix dimînin?
* Tedawiya girtiyên ku nîşaneyên vîrûsê bi wan re hene tên kirin?
* Li girtîgehan bi rêkêupêk test tên kirin? Encamên van testan çi ne?
* Ji bo girtiyên ku tedawiyên wan tekirin ji ber vîrûsê tedawiyên wan nîvî de nemînin, çi gav tên avêtin?
* Heta niha li kîjan girtîgehên Tirkiyeyê teşhîsa vîrûsa koronayê hatiye kirin?
* Belavbûna zayendî ya girtiyên ku bi vîrûsa koronayê ketine çawa ye?
* Din av girtiyên ku bi vîrûsa koronayê ketine de girtiyên temenê wan di seriya 65’an de hene?
* 120 girtiyên ku bi vîrûsê ketine li ber çavan bên girtin, ji bo belavnebûna vîrûsê ya li girtîgehan wê bergirî bên zêdekirin? Wê têkildarî vê mijarê polîtîkayên çawa bên pêkanîn?