Kamaç: Tekane rêya xelasiyê yekîtiya neteweyî ye

img
WAN - Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç, anî ziman ku bi êrîşa li Zînî Wertê û ambargoya li ser Mexmûrê tê xwestin ku kurd hev di bikujin û got: "Tekane rêya xelasiyê yekîtiya neteweyî ye." 
 
Bertekên li dijî bicihkirina hêzên çekdarî yên PDK'ê yên li Zînî Wertê û bombebarankirina Kampa Mexmûrê ya ji aliyê Hêzên Çekdarî ya Tirk (TSK) ve pêk tê, didomin. Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç, anî ziman ku kurd li her çar perçeyan bi polîtîkayeke "dijminatiyê" re rû bi rû ne û niha jî tê xwestin ku kurd hev du bikujin û bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî. 
 
'ARMANC KOMKUJÎ YE' 
 
Kamaç, diyar kir ku bi ambargoya PDK'ê ya li ser Kampa Mexmûrê zemîna êrîşên dê bên kirin hatiye amadekirin û got: "Tiştên li Zînî Wertê diqewimin nakokiyên di navbera hêzên kurdan de jî nîşan dide. Loma divê ev nakokî bi awayekî mayinde bên helkirin. Ev yek jî bêguman divê bi rêya demokrasî û axaftinê pêk bê. Tifaq û partîkên li dijî gelê kurd hatine çêkirin li ber çavan e. Peymana Sadabatê, tifaqeke li dijî kurdan hatiye çêkirin. Nêzî 95 sal in kengî gelê kurd hewl daye gavekê bavêje û pêş bikeve, ev tifaqa li dijî gelê kurd hatiye çêkirin hewl dide pêşketina gelê kurd ji holê rabike û ji bo vê dest bi êrîşan dike. Bi van êrîşên li Zînî Wertê û Mexmûrê, ev hêzên dagirker dixwazin nakokiyên di navbera gelê kurd de bi kar bînin û careke din bi destê bira xwîna bira birijînin." 
 
‘DIVÊ LI DOR XALEKE HEVPAR BÊN CEM HEV' 
 
Kamaç, anî ziman ku li her perçeyeke erdnîgariya kurdan şert û merc ji hev cuda ne û bal kişand ser rewşa kurdên Tirkiyeyê. Kaçam, anî ziman ku li Tirkiyeyê pêşî li ber daxwazên gelê kurd ên ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakş, mafê çand û nasnameyê hatine girtin û got: "Ked û têkoşîna ku 10 sal in li Bakurê Sûriyeyê tê kirin û bi dest ketiye, hatiye asteke pir girîng. Her wiha rewşa kurdên li Başûr û Rojhilat jî ji hev cuda ne. Pêşî divê ev perçe hev du fêm bikin û li dor xaleke hevpar bên cem hev du. Sedem çi dibe bila bibe, divê neyê hiştin ku kurdek li perçeyeke din kurdekî bikuje."
 
Kamaç, destnîşan kir ku lîstika ku tê xwestin li Zînî Wertê bê lîstin ne bi berhêlîkirina PDK'ê an jî hêzine din ên li Iraqê, li gor daxwaz û xwesteka hêzên dagirker tê lîstin û got: "Dixwazim mînaka Habîl û Kabîl bidim. Gava Kabîl dixwaze birayê xwe Habîl bikuje, Habîl jê re dibêje, 'Gav tu ji bo min bikujî destê xwe bilind bikî, ji bo tu nemirî û zirar negihêje te ez ê deng ji xwe neynim.' Çimkî ji bo birayê wî nemire, Habîl destê xwe bilind nake. Pîroziya herî mezin a di navbera gelê kurd de jî ev e. Pîroziya din jî desteftiyên erdnîgariya Krudistanê û gelê kurd e. Çi dibe bila bibe kurd divê pêşî birakujiyê ji holê rabikin. Heger meseleya li Zînî Wertê û Mexmûrê bi axaftinê bê çareserkirin wê ev rewş di serî de li her çar perçeyên Kurdistanê û bi giştî jî ji bo gelên Rojhilata Navîn bibe mînak ku pirsgirêk bi axaftinê bên çareserkirin." 
 
YEKÎTIYA NETEWEYΠ
 
Kamaç, bombebarankirina TSK'ê jî bibîr xist û got, di ser damezrandina Komara Tirkiyeyê re 100 sal derbas bûne, lê belê tenê tiştek neguheriye ew jî "dijminatiya bi kurdan" bi xwe ye. Kamaç, diyar kir ku li her çar perçeyan dijminatiya kurdan tê kirin û got: "Li Îranê di dema Şah de û piştî şahde jî dijminatiya kurdan tê kirin. Ev ji bo Sûriye û Iraqê jî derbasdar e. ev tiştên diqewimin, li Rojhilata Navîn çi diguhere bila biguhere lê dijminatiya li dijî gelê kurd naguhere. Li dijî vê rastiyê tekane rêya xelasiyê ya li ber gelê kurd yekîtiya neteweyî ye. Dibe ku dijminan erdnîgariya kurdan perçe kiribe, lê ya herî girîng û ziyandar jî ew e ku tevgerên siyasî yên gelê kurd ji hev dûr dikevein û pev dikevin. Di serî de ji bo Mesûd Barzanî û bi giştî bang li hemû pêşengên gelê kurd dikim ku bila yekîtiya neteweyî çêbibe."