Di 7 mehan de 320 fezleke derbarê parlamenterên HDP’ê de hatin amadekirin

img
ENQERE - Di serdema sêyem a qanûnçêkirinê de 346 fezleke hatin amadekirin. 320 fezleke jê yên parlamenterên HDP'ê ne û ev pêşkêşî Meclîsê hatin kirin. Herî zêde derbarê Sezaî Temellî de fezleke hatin amadekirin.
 
Di vê serdema sêyem a qanûnçêkirinê de ku ji 1’ê cotmeha 2019’an vebûye û heta 23’ê nîsanê ji bo rakirina destnedayîna parlamenteran bi giştî 346 fezleke hatin amadekirin û pêşkêşî Meclîsê hatin kirin. Ji fezlkeyan 320 heb derbarê parlamenterên HDP’ê de hatine amadekirin. 13 fezleke derbarê CHP, 6 fezleke derbarê AKP û 5 fezleke derbarê MHP, 2 fezleke derbarê Partiya ÎYÎ û fezlekeyek jî derbarê TÎP’ê de hat amadekirin.
 
Di pêvajoya şewba koronayê de jî derbarê parlamenterên HDP’ê de fezleke hatin amadekirin. Di vê pêvajoya şewbê de 39 fezleke derbarê parlamenterên HDP’ê hatin amadekirin û pêşkêşî Meclîsê hatine kirin.
 
DI SALA SEDEMÎN DE FEZLEKEYÊN TAYBET
 
Di roja ewil a sêyemîn serdema sala qanûnçêkirinê de derbarê HDP’iyan de 71 fezleke hatin amadekirin û di roja sedemîn a damezrandina Meclîsê de jî 30 fezleke derbarê parlamenterên HDP’ê de hatin amadekirin û şandin Meclîsê.
 
Derbarê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan de 10 fezleke û derbarê Hevserokê Giştî Mîthat Sancar de jî 2 fezleke hatin amadekirin.
 
Ji ber axaftinên Hevserokê Giştî yê berê û Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî ku li cih û demên cuda da û di xebatên hilbijartinê de kiriye fezlekeyên herî zêde 42 fezleke hatine amadekirin.
 
Piştî Temellî 35 fezleke derbarê Omer Ocalan de û 34 fezleke jî derbarê Saîd Dede de hatin amadekirin. Di rêza yekemîn de Temellî, di rêza duyem de Ocalan û di rêza sêyem de jî Dede cih digirin.
 
FEZLEKEYÊN NAME, MEŞ Û KURDISTAN
 
33 fezlekeyên derbarê Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan de hatine amadekirin ji ber ku nameyên şandine girtîgehê hêncet hatiye nîşandan.
 
Her wiha gelek fezleke ji ber ku parlamenterên HDP’ê meş li dar xistine hatine amadekirin. Ji ber gotina “Kurdistan” jî derbarê parlamenteran de fezleke hatine amadekirin.
 
LI GEL BEŞDARÎ KONFERANSÊ NEBÛYE JÎ FEZLEKE AMADE KIRIN
 
HDP di 27-28’ê cotmeha 2018’an de li Amedê konferansa “Krîza Rojhilata Navîn û Çareseriya Netewî ya Demokratîk” li dar xistibû û Pervîn Buldan axivîbû. Ji ber ku parlamenterê HDP’ê yê Çewligê Erdal Aydemîr “bertek” nîşanî Buldan nedaye jî û li gel ku beşdarî konferansê nebûye jî derbarê wî de fezleke hat amadekirin.
 
MA / Dîren Yurtsever