Sancar: Tifaqa li dijî desthilatê bêyî HDP’ê nabe

img
ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, bertek nîşanî daxuyaniya “niçika rexistina terorê” Meral Akşener a li dijî partiya xwe da û ev bersiv da Akşener: “Di nav muxalefetê de kî/ê vê uslûba dijminana û dûrxistinê bi kar bîne, ew hevparê veşarî yê desthilatê ye.”
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar,, duh êvarê tevlî Halk TV’yê bû û têkildarî mijarên rojane de daxuyaniyên girîng da. Sancar, destnîşan kir ku daxwaz û armanca partiya wî “tifaqa demokratîk” e û wiha got: “Derdê me têkbirina vê desthilatê û vekirina qadê ya ji hêzên demokrasiyê re ye. Ji bilî ve yekê tu çareya Tirkiyeyê tuneye. Pirsgirêka me dengan û bendê tuneye. Rapirsînên herî xerab jî me di seriya bendê de nîşan didin. Niha bi awayekî dramatik dengên AKP’ê kêm dibin. Weke kut ê angaştkirin dengên MHP’ê zêde nabin. Wê demê divê em li ser alternatîfek bixebitin.”
 
HEVPARÊ VEŞARÎ YÊ HIKÛMETÊ
 
Sancar, bersiva Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener ku ji bo HDP’ê gotibû, “niçika rexistina terorê” ye da û ev tişt got: “Ev ne nêzîkatiyeke baş e. Niyeteke min a ku bikevim polemîkan tuneye. Li gorî me sûda nîqaşeke bi vî rengî ki vî welatî re tuneye. Di nav muxalefetê de kî/ê vê uslûba dijminana û dûrxistinê bi kar bîne, ew hevparê veşarî yê desthilatê ye. Heke tifaqeke demokrasiyê çêbibe ev bêyî HDP’ê nabe. Herkes vê yekê zane. Her kî me ji me ji derve bihesibîne feraseta wan bi feraseta hikûmetê re heman e. Wê bi vê yekê piştgiriya polîtîkayên hikûmetê bikin.”
 
RÊBAZÊN DEMOKRATÎK
 
Di beerdewama axaftina xwe de Sancar, da zanîn ku li gel hemû zextên li dijî xwe jî xwe ji meclisê venekişandine û ev tişt anî ziman: “Pirsgirekên vî welatî li gel vê desthilatê jî dikarin bi rêbazên demokratîk û siyasetê bên çareserkirin. Partiyeke ku di yekê de israr dike heye. Dive herkes qîmeta vê yekê zanibe. Em ji niha şûn ve em ji tifaqên sergirtî yên hilbijartinan re girtî ne. Em dixwazin bi herkesî re tifaqeke berfireh a demokratîk biaxivin. Wê tifaq vekirî be. Ji bo Tirkiyeyê jî ya bi kêr, demokratîk û sinc ev e.”
 
NAMZETÊ HEVPAR PÊWÎST E
 
Sancar, bi lêv kir ku ew ne li benda hilbijartineke pêşwaxt in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hilbijartineke muhtemel de divê partiyên muxalefetê li ser namzetekî hevpar li hev bikin. Muxalefet wê qebûl neke ku namzetê wan hemû rayeyan weke dema yek mirov bi kar bîne. Divê em li ser vê li hev bikin. Heke em namzetê hevpar derbixin û bê hilbijartin divê em çawaniya bikaranîna rayeyan jî biaxivin. Wê hemû hêzên di vê tifaqê de hevpar biryar bidin.”
 
BANGA PIŞTEVANIYA QERSÊ KIR
 
Di dawiya axaftina xwe de Sancar, bersiv da pirsên têkildarî êrîşên ser Şaredariya Qersê û têkildarî mijarê ev tişt got: “Li dijî Şaredariya Qersê kampanyayek dan destpêkirin. Ev desthilat, rêveberiyên herêmî ji xwe re weke gef dibîne. Niha têkildarî Şaredariya Qersê di Rojnameya Yenî Şafakê de nûçeyeke derew derket. Rojnameyê, Kampanya Malbata Xişk û Bira ya partiya me,weke xebateke veşarî ya rêxistinê daye. Hevaşredarên me xebatên gelek baş dikin. Li vir bi van nûçeyên derew û bêsinc amadekariya qeyûm dikin. Lê em dibêjin teqez vê nekin, hûn ê bikevin bin gunehekî giran. Ez bang li hemû raya giştî, derdor û şaredariyên demokrat dikim ku li dijî vê kampanya derew piştgirî bidin Şaredariya Qersê.”