Tevgera Nifşê Nû: Eger projeya me neyê pêkanîn em ê dest bi çalakyian bikin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Nifşê Nû bi civînek çapemeniyê projeya xwe ya ji bo derbazkirina rewşa niha ya Herêma Kurdistanê ragihand.  Nifşê Nû destnişan kir ku di zûtirîn dem de giringî bi sektora çandiniyê heye û got: "Eger projeya me neyê bicihanîn em ê dest bi çalakiyan bikin."
 
Tevgera Nifşê Nû li baregeha Serokê Nifşê Nû ya li Silêmaniyê civînek çapemeniyê lidarxist û projeyek ji bo derbazkirina rewşa niha ya Herêma Kurdistanê bi raya giştî re parvekir. Parlamenterên Nifşê Nû Kazim Faruq û Kawe Ebdulqadir, proje parve kir û wiha got: “Pêwîste neft radestê tîmek teknokrat a bê alî were kirin, divê ji nûve lihevkirinên neftê di berçavan re werin derbazkirin. Pêwîste ji lihevkirina Herêm û Tirkiye jî werin agahdarkirin.”
 
 
Farûq û Ebdulqadir anîn ziman ku divê dahata  herêmê bi şêweyê ne merkezî be, divê kompanyên hizbî li xalên gumirgê nemînin û budceya PDK’ê û YNK’ê ku dike zêdetirê 100 milyon dolar were birîn û wiha  proje vegot: "Pêwîste giringiyek zêde bi sektora çandinî were dayîn û pêdawîstiyên cotkaran were peydakirin. Pêwîste çend wezaretek were kêmkirin û wezîr ji kesên teknokrat bin."
 
Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahid jî axivî û da zanîn ew ê projeya xwe ji bo tevayî aliyên di nava hikûmetê de hene re bişînin. Ger kar li ser neyê kirin ewê dest bi çalakiyan bikin.