Ji bo ronîkirina Terteleya Dersîmê dê komîsyona heqîqetê bê avakirin?

img
ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Dersîmê Alican Onlu, têkildarî terteleya Dersîmê ku 83 sal berê pêk hat pirsa “Ji bo 4'ê Gulanê roja bîranîna Terteleya Dersimê bê qebûlkirin hûn dê komîsyona heqîqetê ava bikin?" ji Serokomar Tayyip Erdogan pirsî. 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dersimê Alican Onlu, têkildarî komkujiya Dersîmê ya salên 1937-38'an ji bo Serokomar û Serokê AKP'ê Recep Tayip Erdogan bibersivine pirsname da meclisê. 
 
Onlu, anî ziman ku li gorî daneyên ne fermî di komkujiya Dersîmê de 70 hezar mirov hatin kuştin û wiha got: "Gelê Dersîmê navê Terteleya 37-38’an li vê komkujiyê kir. Tofanek mezin bû. Ev komkujiya mezin wekî Roza Şaye (Roja Tarî" derbasî dîrokê bû. Li Tirkiyeyê piştî komkujiya li dijî Ermeniyan duyemin komkujiya mezin e pêk hat. 
 
Onlu, xwest hemû planên pişt perdê bên ronîkirin û ji gelê Dersimê lêborin bê xwestin. Divê 4'ê Gulane weki roja Terteleya Dersîmê bê qebûlkirin û vê rojê ew kesên hatin qetilkirin bêne bibîr anîn. Ji bo vê yekê jî divê bi lez komîsyona heqîqetê bê avakirin. Divê Baweriya Raye Haq a Dersimê çand, ziman û baweriya gelê Dersîmê nas bike û bi zagonan mîsoger bike. Di serî de divê Gora Seyid Rıza û hemu kesên di komkujiyê de hatin kuştin aşkere bike. 
 
Onlu, ji bo Erdogan bibersivîne ev pirs ji Erdogan pirsîn: 
 
“* Ji bo komkujiay 37-38’an a Dersimê bê qebûlkirin, mafê wan ê hat xezpkirin paşve bê dayîn û bi zagonan bêparastin hûn dê tu xebatan bidin destpekirin? 
 
* Yên ku di salên 37-38’an de li Dersimê pêk hat komkujî ye? Ger ku komkujî be hûn dê berpirsên vê komkujiyê ronî bikin û darizînin? Ger ku ne komkujî be çima ne komkujî ye? Tiştên di salên 37-38’an de li Dêrsime pêk hat di hiqûqa navneteweyî de penaseya wê çiye? 
 
* Ji bo 4'ê Gulanê wekî roja Terteleyê bê qebûlkirin dê komîsyona heqîqetê bê avakirin? 
 
* Seyît Riza û hevalên wî bi kijan îdîayan û sucan hat darvekirin. Ji bo vê yekê delîl  çine? 
 
*Di arşîvan de girtekên der barê darvekirina Seyit Rıza û hevalen wî hene ya na? 
 
* Di 4'ê Gulana 1937'an de nifûsa Dersimê bi giştî çiqas bû? Piştî terteleyê nifûsa wê çiqas bû? Di salên 1937/38/39'an de li Dersimê çend welatî hatin kuştin? 
 
* Seyît Riza û hevalên wî piştî hatin darvekirin cenazeyên wan birin ku? 
 
* Gorên komî yên piştî komkujiya Dersimê li ku ne? 
 
* Di komkujiya Dersimê de çend hezar kes bi zorê hatin koçkirin. Çend zarokên keç kirin zaorkên xwe? 
 
* Ji bo navê Dersîmê dîsa paşve bidin tu xebat tê kirin ya na? 
 
* Belgeyên ku der barê rastiya Dersimê de hatine nivîsin dê der barê wan de biryara veşarîbûnê kengî bê rakirin.?"